Li Wanê zexta AKP'ê ya ji bo mîtîngê

Li Wanê, beriya mîtînga ku Tayyîp Erdogan lidar bixe, li karmend û karkerên li saziyên dewletê dixebitin, cerdevan û malbatên wan hate ferzkirin ku divê tevlî mîtîngê bibin.

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê roja Şemiyê li Wanê mîtîngekê lidar bixe. Beriya vê mîtîngê rêveberên AKP'ê yên bajar û navçeyan li karmendên li saziyên dewletê dixebitin û malbatên wan ferz kirin ku tevlî mîtîngê bibin.

Rêveberên AKP'ê û midûrên saziyan bi xebatkaran re civîn lidar xistin û li her kesî ferz kirin ku herî kêm 10 kesan bi xwe re tevlî mîtîngê bikin. Hate xwestin ku mamosteyên li Midûriyeta Perwerdeyê ya Mîlî û Midûriyeta Perwerdeya Gel dixebitin, şagirtên hosta û şagirtên li Qûrsa Quranê tevlî mîtîngê bêne kirin.

Her wiha gef li wan hate xwarin ku yên tevlî mîtîngê nebin wê ji kar bêne derxistin an jî bêne sirgûnkirin. Kesekî ku weke karkerekî demkî li Midûriyeta Perwerdeya Mîlî ya li Wanê dixebite û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Midûrê Perwerdeya Mîlî bi wan re civîn lidar xistiye û ji wan xwestiye ku teqez tevlî mîtîngê bibin. Kesê navborî got, "Hate gotin ku yên bi malbata xwe tevlî mîtîngê nebin û 10 kesan bi xwe re nîne ya wê dawî li karê wan bê anîn, yan cezayê pere bê birîn yan jî bêne sirgûnkirin. Ji bo mîtînga Erdogan gef li me xwarin. Li Wanê rêveberên AKP'ê jî gef li midûrên saziyan xwarin. Midûrên saziyan jî zextê li me karkeran dikin. Gelek hevalên min wê neçar bimînin ku tevlî bibin. Em baş zanin ku ji sedî 90 ê beşdarên mîtînga roja Şemiyê wê bi gefan bên."

Her wiha Jendermeyan jî yek bi yek bang li cerdevanên li navçeyan kirin û ji wan xwestin ku tevlî malbatên xwe tevlî mîtîngê bibin.