‘Hevpeymaniya PDK-Sedir û Sûnî ji aliyê welatên herêmî ve tên arastekirin’

Berpirsê Ragihandinê ya Malbenda 2 ya YNK’ê Necat Hacî Tofîq bal kişande ser aloziyên siyasî yên Iraqê û got; “Eger hikumeta piranî ji aliyê hevpeymaniya PDK-Sedir û Sûniyan pêk bihatiba, wê Iraq ber bi pêşerojeke nediyar û tarî bibira.”

Berpirsê Ragihandinê ya Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Necat Hacî Tofîq têkildarê pêknehatina hikumeta nû ya Iraqê ya piştî nêzî 8 meh in ji ser hilbijartinê re derbas dibe, belavbûna nav mala Kurdî û metirsiyên li ser pêşeroja Kurd û statûya herêma Kurdistanê, binketina hevpeymaniya Barzanî, Sedir, Helbûsî û Xemîs Xencer, her wiha rêgirî û nakokiyên li pêşiya pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û destwerdanên welatên herêmî li ser karûbarên Iraqê ji ANF’ê re nirxand.

HIKUMETA IRAQÊ JI BER NAKOKIYAN AVA NEBÛ

Tofîq destnîşan kir ku bi rexmê 8 meh li ser hilbijartinan re derbas dibe lê hikumeta nû ya Iraqê ava nebûye û got, “Pêkhateya Iraqê bi şêweyekê ye ku hikumet li ser bingehê lihevkirina hevbeş a di navbera pêkhateyên sereke (Kurd, Şîî û Sûnî) de pêk tê. Piştî hilweşîna rejîma Baas a sala 2003’an, dabeşkirina rayeyên bilind ên Iraqê yên wek rayeya serokwezîr û serokatiya parlementoyê li gorî dabeşkirineke siyasî li ser her 3 pêkhateyên sereke dihat kirin, lê niha pêknehatina hikumetê ya piştî zêdetirî 7 mehan li ser hilbijartinê re derbas bûye çend sedemên xwe hene ku ji wana yên sereke nakokoya di nava Şîiyan e. Di hilbijartinên berê de mala Şîî li hev dikirin û serokwezîr hildibijartin, lê niha nakokiya wan heye.”

EGER HIKUMETA PIRANÎ PÊK HATIBA WÊ LIHEVTÊGIHÎŞTIN ZÊDETIR BIBANA

Tofîq her wiha bal kişande ser hewldanên Barzanî, Şîî û Sûniyan ya ji bo avakirina hikumeteke piranî û wiha pêde çû; “Berê gelek hewl hatiye dayin ku hikumeteke piranî bê avakirin, lê niha Iraq nebûye welatekî ku bikaribe hikumeta piranî qebûl bike. Ew hewldanên ji aliyê PDK’ê, Sedir û Sûniyan ji bo avakirina hikumeta piranî hatin kirin, encam negirtin. Ji ber ku di navbera her sê malên Kurdî, Şîî û Sûnî de nakokî hebû. Eger hikumeta piranî pêkbihatiba wê Iraq ber bi pêşerojeke nediyar û tarî bibira û lihevtêgihîştina di nav her sê malan de zêdetir dibû. Bêyî lihevkirina aliyan ti hikumeteke Iraqî nikare erkên xwe bidomîne.”

‘HEVPEYMANIYA PDK, SEDIR Û SÛNIYAN JI ALIYÊ WELATÊN HERÎMÎ VE TÊN ARASTEKIRIN’

Necat Hacî Tofîq îşaret bi planên welatên herêmî li Iraqê û binketina hevpeymaniya hikumeta piranî kir û ragihand; “Divê ji bîr nekin ku bandora welatên navçeyê li ser Iraqê heye û planên xwe li Iraqê pêk tînin. Vê yekê kiriye ku destwerdan hebe û li ser pêknehatina hikumeta Iraqê bandor bike. Hevpeymaniya wan her 3 aliyên ku ji bo avakirina hikumeta Iraqê hewl didin ji aliyê dewletên herêmî ve tên arastekirin û piştevaniya wan dikirin. Ji bo wê hewldanên wan ên ji bo avakirina hikumeta piranî serketî nebû.”

‘BERJEWENDIYÊN WELATÊN HERÊMÎ RÊ NADIN KU PARLEMENTO HILWEŞE’

Berpirsê Ragihandina Malbenda 2 ya YNK’ê Tofîq wiha behsa bandora avanebûna hikumeta piranî li ser welatiyan kir; “Hikumeta Iraqê heya niha nekariye bigihîje asta ku bibe hikumeteke sivîl ku ji bo xizmeta gel û welatiyan bixebite. Iraq hikumeteke siyasî û pir partî ye ku li ser bingehê lihevkirina di navbera hêzên mezin û pêkhateyên cuda de ava dibe. Hemû aliyên hikumetê jî xwedî hêzên çekdar in. Li gorî destûra Iraqê di dema ku aliyên heyî li ser avakirina hikumetê li hev nekin, pêwîst e parlementoya Iraqê bê hilweşandin. Lê welatên herêmî ji ber berjewendiyên xwe rê nadin parlementoya Iraqê hilweşe. Ji bo wê dibe ku di nava çend mehên pêşiya me de hikumeta Iraqê bê avakirin.”

‘HEWLDANÊN PDK’Ê BÛYE SEDEMÊ TÊKDANA NAV MALA KURDÎ’

Tofîq destnîşan kir ku nav mala Kurdî ji ber hevpeymaniya ku Barzanî ya bi Helbûsî, Xemîs Xencer û Sedir pêk aniye belav bûye û got, “Ji ber hevpeymaniya sê alî ku PDK bi eniya Helbûsî, Xemîs Xencer û Sedir pêk aniye, nav mala Kurdî belav bû. Em wek YNK pê hesiyan ku eger tevlê vê hevpeymaniyê bibîn ku wê bibûya sedemê têkdana zêdetir a mala Şîî wê ji bo pêşeroja Iraqê çiqasê metirsîdar bibe. Hewldanên PDK’ê ji bo avakirina hikumeta piranî bûye sedemê têkdana yekrêziya nav mala Kurd, hewldanên wê yên avakirina hikumeta piranî jî bi bin ket. Eger Kurd yekgirtî be dikare mafên xwe di hikumeta Bexda de garantî bike. Lê belavbûniya wê zirara xwe ji bo statuya herêma Kurdistanê û navê Kurd heye, bi taybetî ew ne yekgirtîbûna Kurd zirareke mezin ê xwe ji bo navçeyên ku nîqaş li ser wan heyî heye.”

‘PÊWÎST E ALIYÊN KURDÎ BI AWAYEKE YEKGIRTÎ DAXWAZA MAFÊN NETEWÎ BIKIN’

Di dawiyê de Berpirsê Ragihandina Malbenda 2 ya YNK’ê Necat Hacî Tofîq derbarê çareseriya rewşa aloz a niha ya li Iraqê ev nirxandin kir; “Ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê pêwîst e hemû aliyên Kurdî di bin sêwana firaksiyona Kurdistanî bi hev re tevlê hikumetê bibin û şertên wan ê sereke jî daxwaza mafên bilind ên neteweya Kurd be, ne raye û meqam be. Her wiha rewşa navçeyên Kurdistanî yên ji derveyî herêma Kurdistanê, pêwîst e rewşa wan navçeyan bên aramkirin ku niha rewşa wan xirabe û proseyeke dijwar ê bi Erebkirinê li wan herêman tê rêvebirin. Têkildarê aliyên Şîî û Sûnî jî pêwîst e nav mala xwe baş bikin. Bi taybetî yên Şîî, ji ber ku piştî hilweşîna rejîma Baas rayeya serokwezîrtiyê ayîdê wan bûye ku beramberî hemû desthilatên dewletê ye. Eger Şîî nav mala xwe nekin yek wê pêşeroja wan li Iraqê baş nebe.”