Şandeya Aştiyê serdana Nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir

Şandiya Aştiyê ya Parastina Kurdistanê, çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê. Di serdanê de behsa gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hat kirin.

Şandeya Aştiyê ya Parastina Kurdistanê ku ji heft neteweyên cuda kes tê de ne, îro piştî nîvro çû serdana Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Silêmaniyeyê. Şande ji aliyê rêvebira Nûnêriya Rêvebiriya Xweser û endamên pê re ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hat kirin û li ser pirsgirêka çeteyên DAÎŞ’ê yên di kapman de girtî jî axaftin hat kirin. 

Her du aliyan jî diyar kir ku divê çeteyên DAÎŞ’ê yên welatiyên welatên Ewropayê ne divê welatên Ewropayê bigirin.