Rojnamevanên destgîrkirî: Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin!

Rojnamevanên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin gotin, " Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad her tim rastî got û wê niha şûnde jî rastiyan bibêje.”

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê Hezîranê ve destgîrkirî ne. 

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan û edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin.

Di peyama Serdar Altan de ev tişt hat gotin: “Desthilat hebûna xwe bi veşartina rastiyan a ji gel didomîne. Ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê dikin hedef. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van operasyonan hewl dide bêhiqûqiyên xwe, pêkanînên derveyî mirovahiyê ji gel veşêrin. Bi destgîrkirin û girtina rojnamevanan ragihandina rastiyan a ji gel re nikare were astengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad her tim rastî got û wê ji niha şûnde jî rastiyan bibêje. Rojnamevanî ne sûc e.”

Edîtora JINNEWS’ê jî wiha got: “Desthilat û daraz her çiqas bi ser kevneşopiya çapemeniya azad de werin jî dixwazin destnîşan bikim ku em li ser piyan e. Em ji rastiyan hêz digirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi daraza xwe bi helwest û pêkanînên xwe nikare ji karê me re bibe asteng. Em rojnamevan in. Desthilat û daraz nikare karê me diyar bike. Nikarin biryar bidin ku em rojnamevan in an ne rojnamevan in. Bi gotina wan a ‘ne rojnamevan in’ em ji rojnamevaniyê dernakevin. Rojnamevaniya jin a Kurd gaveke nû destnîşan kir. Jinnews ajanseke jinan e ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi awayekî xurt rojnamevaniya jinê dike. Roja ku rojnamevaniya jin a Kurd xwe birêxistin dike ve desthilat zextê li rojnamevanên jin dike. Yek ji sedemê van operasyonan jî ev e. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku karê em dikin û rêya me rast e û em ji vê yekê bawer in.”