Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 116'an a komkujiyê de hatin bîranîn.

KOMKUJIYA GAR A ENQEREYÊ

104 kesên ku 10'ê Cotmeah 2015'an li Qada Gar a Trenê ya Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de di encama êrîşa hevpar a dewleta Tirk û DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, di meha 116'an de hatin bîranîn. Di bîranînê de ku gelek kes amade bûn, dirûşma '10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin' hate qîrîn.

Hevserokê Komeleya 10'ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik anî ziman ku ew têkoşîna ji bo demokrasî, aştî, xwişk û biratiyê 116 meh in bi heman biryardariyê dewam dikin û bi bîr xist ku têkildarî bersûcên fîrarî yên komkujiyê di 17'ê Hezîranê saet di 10:00 de li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê wê rûniştin pêk were û banga tevlîbûnê kir. Kocabiyik got, "Em bang li we dikin ku di doza Komkujiya Gar a 10'ê Cotmehê de bi we re, mil bi mil meşa demokrasî û aştiyê bikin."