Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne, hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û got “Malbatên hêja yên hevrêyên me Firat û Delîla di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û banga geşkirina têkoşînê dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî weşand;

“Di 23’ê Gulana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li Bestayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di şerê vê operasyonê de hevrêyên me Firat û Delîla şehîd bûn. Her du hevrêyên me yên ji Botanê piştî têkoşîneke dirêj û serkeftî vegeriyabûn axa ku lê ji dayik bûne û wekî şervanên berxwedêr ên têkoşîna azadiyê ya gelê me, li hemberî dagirkeran şer kiribûn. Hevalên me Firat û Delîla yên ku tevlî gelek çalakiyên li Botanê bûne, bi helwesta xwe ya Apoyî, gelê me û hevalên me li hemberî wan bi hurmet bûn. Em jî soza xwe dubare dikin ku em ê bi berpirsyartiya ku em layiqî têkoşîna hevalên xwe yên hêja bin û têkoşîna hevalên xwe bigihînin serfiraziyê.”

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Firat Şirnex

  Nav û paşnav: Mehmet Halîl Dogal

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Asiye - Reşît

  Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Gulana 2022’an / Besta

 

  Nasnav: Delîla Botan

  Nav û paşnav: Narîn Algun

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Husna Lokman

  Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Gulana 2022’an / Besta

 

FIRAT ŞIRNEX

Malbata hevalê me Firat ji Dêrgula Şirnexê ye û ji ber zextên dijmin heval Firat li Şirnex ji dayik bûye. Heval Firat di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û hê di zaroktî de bûye şahidê zext û zilma dijmin. Hêrsa heval Firat li hemberî dijmin gelekî zêde bûye û bihistyariya wî ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me jî xurt bûye. Piştî ku bav û birayê wî ji aliyê dijmin hatiye girtin, heval Firat di sala 2014’an de li Bestayê tevlî nav refên gerîlayan bûye û fêm kiriye li hemberî êrişên dijmin qada têkoşînê çiyayên Kurdistanê ye û divê her ciwanên Kurd vê rastiyê bibînin.  Heval Firat piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi heyecan û coşa xwe, bala hemû hevrêyên xwe kişandiye.

Heval Firat piştî ku demekê li qada Botanê ma, ji bo stendina perwerdehiya sereke derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û perwerdehiya xwe ya sereke bi serkeftî qedandiye. Heval Firat li Heftanînê tevlî nav xebatan bûye û di xebatan de bi xebatkariya xwe bûye gerîlayekî mînak. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi arastekirina dewleta Tirk a mêtinger ji bo ku li Rojava destkeftiyên gelê me ji holê rake êrişî Kobanê kir, heval Firat jî ji bo têkoşîna li hemberî çeteyan derbasî qada Rojava bû. Heval Firat demeke dirêj li vê qadê têkoşiya û tevlî gelek pêngavan bûn. Di şer de digel ku carekê birîndar bû jî wî dev ji têkoşînê berneda. Heval Firat li qada Rojava tecrubeyeke xurt a şert stend û dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku hat çiyayên Kurdistanê ji bo ku biçe li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike israr kiriye. Heval Firat ji bo wergirtina qetlîam û êrîşên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê, di sala 2020’an de derbasî qada Bestayê bûye û bi heyecana ku dîsa vegeriyaye Bestayê bi îddîa û biryardariyeke mezin tevlî nav xebatan bûye. Heval Firat hay ji berpirsyariyên xwe hebû û ji bo ku van berpirsyartiyên xwe pêk bîne, bi awayekî fedakar tevlî nav xebatan bûye. Heval Firat qîmeke emzin dide hevaltiyê û bi kesayetiya xwe ya samîmî û kedkar bûye milîtanekî pêşeng ê Apoyî.

DELÎLA BOTAN

Rêhevala me Delîla di malbateke welatparêz de li gundê Xulan ê Cizîrê ji dayik bûye. Welatparêziya malbat û gundê ku lê dijiya, di naskirina rêhevala me Delîla ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi bandor bûye. Tevlîbûna ji malbata wê û şehadeta 2 mamên wê bû sedem ku rêhevala me Delîla eleqe û sempatiyê ji Partiya me re nîşan bide. Di heman demê de haya wê ji pirsgirêkên gelê me hebû û di çareserkirina van pirsgirêkan de xwe berpirsyar dît.

Ji bo wê dikeve nava lêgerînan û di lêgerîna xwe de encam derxist ku pirsgirêka hebûn û azadiya gelê me herî baş bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare bê bersivandin. Hevrêya me Delîla ku di demekê de ku dewleta Tirk a qirker di sala 2015’an de êrîşên berfireh li dijî gelê me û tevgera me dayî destpêkirin, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da, ji herêma Cûdî tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Delîla ku perwerdeya xwe ya şervanên nû li qada Besta dît, yekem car jî di vê qadê de pratîka xwe ya gerîlatiyê pêk anî. Di demekê de ku şerekî dijwar heye li herêmeke weke Botanê pratîkkirin, bêguman bû sedem ku rêhevala me Delîla ezmûneke mezin a leşkerî bi dest bixe. Hevrêya me Delîla ku li herêma Botanê ku operasyon û êrîşên dijmin lê nesekinîn, di demeke kin de bû gerîlayek jêhatî, bi tevlîbûna nav gelek çalakiyan karî hêrsa xwe ya li hember dijmin veguherîne pratîkeke bi zanebûn. Rêheval Delîla ku hem li qada Kato û hem jî li qada Bestayê gerîlatî kir, li her qadê ku lê dixebitî, bi kesayeta xwe ya kedkar, tevlîbûna xwe ya bê hesab û dilsoziya xwe ya jidil a li hemberî rêhevalên xwe, di her qadê de ji aliyê hevalên xwe ve hatiye hezkirin û rêzgirtin. Piştre jî di sala 2018’an de ji bo perwerdehiya bîrdozî bibîne û tedawiya ji bo hin pirsgirêkên tendirustiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li gel tedawiya xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, perwerdehiya bîrdozî dît û di xeta azadiya jinê de xwe kûrtir kir. Hevrêya me Delîla ku li ser bingeha parastina Rêber Apo de xwe perwerde kir, ji bo bibe fermandara pêşeng a YJA Starê hewldaneke mezin da. Rêhevala me Delîla ku ev daxwaza xwe di asteke mezin de bi ser xist, her tim rojên xwe yên gerîlatiyê yên li Bakur, rêhevalên xwe yên li wir û yên şehîd bûne bi bîr dianî û hesreta wan kir. Xeyala xwe ya ku di zûtirîn demê de vegere Botanê her tim zindî ragirt û li ser vê xwesteka xwe xwedî helwesteke bi israr bû. Rêhevala me Delîla ya ku ji pratîka xwe ya berê dersên kûr derxistibû, di wê baweriyê de bû ku wê li qada Botanê ya ku ji bo ji nû ve biçe wê herêmê israr dikir, wê bikare xebatên serkeftî pêk bîne. Ji bo serketinê beriya her tiştî pêwîstiya baweriyê zanîbû û bi planên şênber jî vê baweriyê xurt kir. Hevrêya me Delîla ku piştî du salan vegeriya qada Bestayê ku cara yekem gerîlatî lê kiribû, vê carê weke fermandarekî pêşeng, bi lez kete nava xebatan û ji bo şikandina zincîra qirkirinê ya dijmin ku li hemberî gelê me rewa dibîne dest bi têkoşînê kir. Bi çalakiyên bi bandor yên di kêliyên ku dijmin qet li bendê nebû, pergala mêtinger a ku dijmin dixwest li Kurdistanê ava bike xirab kir. Rêhevala me Delîla ku di birêxistinkirina ciwan û jinan û aktîfkirina wan a li hemberî dijmin de gelekî serkeftî bû, ji aliyê gelê me ve hate hezkirin û bi kesayeta xwe ya gelêrî û xwezayî ya Botanê weke pêşeng hat qebûlkirin. Em soza rêheval Delîla ya ku bi şehadeta xwe gelekî bandor li gelê me û me rêhevalên xwe kir, dubare dikin ku em ê di peywira xwe ya şoreşgerî ya ku radestî me kiriye de teqez bi ser bikevin.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Firat û Delîla re, ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û bang li wan dikin ku li dora rastiya şehîdan hîn bêhtir têbikoşin.”