HPG: 4 dagirker hatin cezakirin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyên gerîla de 4 dagirker hatin cezakirin. HPG'ê diyar kir ku dagirkeran 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirin. Her wiha 26 caran jî bi balafir û helîkopteran bombardûman hate kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Çalakî û berxwedana hêzên me bi biryardariyeke mezin dewam dikin. Di çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin. Tunelên şer 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. 26 caran jî bi balafiran û helîkopteran bombardûman hate kirin. Liv û tevgera droneyan jî dewam kir.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan û çalakiyan wiha ne:

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

9'ê Hezîranê li qada Berxwedanê ya Girê FM li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

9'ê Hezîranê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

9'ê Hezîranê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkeran hate xistin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hêzên me tespît kirin ku dagirkerên li qadê tevî Tirkî bi Kurdî û Erebî di nava xwe de diaxivîn.

LI HERÊMA ZAPÊ;

8'ê Hezîranê saet di 08:50'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Hezîranê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Karker hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Hezîranê saet di 17:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Karker bi cih bibin bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

10'ê Hezîranê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li dijî dagirkerên ku bi teqemeniyan xwestin bombeyan li tunelên şer ên li Şehîd Hewrê bibarînin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Piştî vê çalakiyê dagirker belav bûn û neçar man êrişa li ser tunelên şer bisekinînin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Êrişên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan ên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndarfa 3 caran tunelên şer, li Qada Berxwedanê ya Karker jî 2 caran bi teqemeniyan tunelên şer hatin bombekirin.

9'ê Hezîranê saet ji 11:00 heta 18:00 li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 16 caran bi teqemeniyan bombe li tunelên şer ên li qada Şehîd Hewrê hatin barandin.

9'ê Hezîranê saet ji 15:20 heta 18:00 li dijî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 7 caran bi çekên kîmyewî bombardûman hate kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

Ji 8'ê Hezîranê heta 10'ê Hezîranê li herêma Metînayê, qada Girê Ortê ji baregeha Kanî Masî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi obusan hate bombekirin.

9'ê Hezîranê qadên Girê Amediye, Werxelê û Çemço ji aliyê helîkopterên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

9'ê Hezîranê drone li ser qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Şikefta Birîndara û Karker geriyan.

9'ê Hezîranê qadên Werxelê, Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediye 10 caran bi balafiran hatin bombekirin.

9'ê Hezîranê qadên Kurojahro, Şehîd Şahîn, Karker, Werxelê û Girê Ortê 16 caran bi helîkopteran hatin bombekirin."