Karasû: Di nava sendroma Zapê de ne

Karasû diyar kir, ku AKP-MHP'ê dixwaze 'kilîdê' li Zapê veke, bi vî rengî bikeve hemû qadan, piştre jî hilbijartinê pêk bîne û got, "Lê vê carê li bin guhê berxwedana gerîla ketin. Ji hev ketin. Lewma êrişî her kesî dikin û her kesî sûcdar dikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li ser rojevê ji ANF'ê re axivî. Di beşa destpêkê ya hevpeyvînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şerê li Zap-Metîna û Avaşînê û xiyaneta PDK'ê nirxand.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di bin navê cezayên dîsîplînê de serlêdanên ji bo hevdîtinê têne redkirin. Hûn tecrîdê û têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê çawa dinirxînin?

Rêber Apo girtiyekî siyasî yê ji rêzê nîne. Sala 1973'an serî li ber dewleta Tirk a dagirker mêtinger rakir. Ev serhildan raperîneke bi îrade û zane bû ku bi hêrseke mezin li dijî mêtingerî qirkeriyê hate destpêkirin. Rêber Apo ev pêvajo di pirtûka bi navê 'Ji Raperîna Destpêkê heta Şerê Gel' vegot. Kesayetiya Rêber Apo kesayetiya raperînê ya li dijî her cûre nebaşiyê ye. Ev kesayetiya raperînê bi kûrbûna di hişmendiyê de heta niha dewam kiriye, dewam dike. Polîtîka û stratejiya neteweyî ya dewleta Tirk ew e ku Kurdistanê bike qadek ji bo mêtingeriya netewetiya Tirk. Li Tirkiyeyê sûcê herî mezin rabûna li ber vê yekê ye. Ev yek berê bi gotina 'rabûna li ber yekparetiya dewlet û milet' pênase dikirin. Niha jî xistin nava pênaseya 'terorê' ji bo karibin mêtingeriya qirker baştir binixumînin. Ji ber ku têkoşîna bi dehan salan dewam dike, radixist pêş çavan ku armanc ji vê pênaseyê qirkirin e. Hate fêhmkirin ku têkoşîna PKK'ê jî li dijî qirkirinê têkoşîna jiyana azad û hebûna Kurdan e.

LI DIJÎ MÊTINGERIYA QIRKER TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA HEYE

Dewleta Tirk, ji ber ku Rêber Apo serî li ber qirkeriya wê rakir, ji ber ku rastiya qirker a dewleta Tirk eşkere kir, ji ber ku gelê Kurd zane kir, bi rêxistin kir û xist nava têkoşînê, ji her dewletê bêhtir dijminatiyê li Rêber Apo dike. Gotin, me îdam rakir, lê belê wê her roj bê îdamkirin. Sîstemeke welê ava kirin ku gotin wê li wir birize. Hîkmet Samî Turk got, ti hêz nikare Apo ji wir derxîne. Tayyîp Erdogan got, heta ku ez sax bim wê nikaribe ji wir derkeve. Eger di mejiyê dewleta Tirk de guhertin nebe, ev dijminatî wê dewam bike. Heta ku têkoşîna azadiyê ya Kurd dewam bike, nêzîkatiyeke cuda wê li hemberî Rêber Apo neyê nîşandan. Heta ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk neyê çareserkirin, helwesteke cuda wê neyê nîşandan. Rêbertî pê zane bê çima ewqasî zext û tecrîd lê tê kirin. Ji xwe diyar kiribû ku ev yek kiryar û qanûneke taybet e li dijî wî.

Li ser Rêber Apo qanûnên taybet tên meşandin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Çawa ku Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bi esasî xaleke tenê ya ji bo înkarkirina Kurdan e, kiryarên li dijî Rêber Apo jî bi heman rengî ne. Ji ber vê yekê hevdîtinên parêzeran û malbatê bi hincetên bêbingeh têne astengkirin.

Li dijî mêtingeriya qirker niha têkoşîneke bêhempa heye. Lewma destûrê nadin ku gotineke bi tenê ya Rêber Apo derkeve derve. Ji xwe li hemberî Rêber Apo, bi zextê xwe ferz dikin. Rêber Apo van red dike. Destnîşan dike ku ti tiştekî xizmetê ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re nake, ew qebûl nake. bi kurtasî li Îmraliyê têkoşîn dewam dike. Bêguman gelê me û tevgera me ya azadiyê jî vê têkoşînê dewam dikin.

AZADIYA FÎZÎKÎ BI TÊKOŞÎNA LI HER QADÊ DIBE

Bêguman têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê, azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd di zikhev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna azadiya gelê Kurd di nava şert û mercên xwe de bi rê û rêbazên cuda têne meşandin. Lê belê ji hev cuda nînin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girîng e bi her rêbazî têkoşîn bê meşandin. Têkoşîna hiqûqî qadeke girîng a teşhîrkirinê ye. Ev yek jî têkoşînê rewa dike û bi bandor dike. Têkoşîna ku sendîkayên Îngilîz ji bo azadiya Rêber Apo dimeşînin gelekî girîng e. Têkoşînên salên 2018 û 2019'an ên li zindanan têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurtir kiriye. Dema dawî qada siyasî ya demokratîk, rêxistinên demokratîk, kesayetên demokratîk Îmrali xistin rojeva xwe, ji bo azadiya Rêber Apo û demokratîkbûna Tirkiyeyê zend û bend ba dan, ku ev yek jî têkoşîneke girîng e. Meşa Gemlîkê ya 12'ê Hezîranê, ji bo rojevkirina Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gaveke girîng e. Têkoşînên bi vî rengî kêm jî bin, hêja ne.

Azadiya fîzîkî li gel têkoşînên bi vî rengî, bi xurtkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li her qadê pêk tê. Azadiya Rêber Apo bi pêşvebirina têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd dibe. Rêber Apo ji gelê Kurd re got, hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin. Lewma yên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin, divê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibin. Têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî eger bi têkoşîneke bi vî rengî bê xurtkirin, hingî wê tecrîd bişikê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.

NÊZÎKATIYÊN KU BI TÊRKERÎ ASTA ŞER NABÎNIN

Ji 17'ê Nîsanê û vir ve artêşa Tirk a dagirker ji qadên di bin kontrola PDK'ê de ne li ser Zap û Avaşînê dest bi êrişên dagirkeriyê kir û hîn jî dewam dikin. Asta van êrişan û berxwedana gerîla çi ye?

Êrişên dewleta Tirk û berxwedana li dijî van êrişan her roj ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve têne eşkerekirin. Herî dawî ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Hakî Armanc di mijara asta şer de agahiyên girîng da û nirxandinên berfireh kir. Fermandariya Navenda Parastina Gel hem ji bo gelê me hem jî cîhan bi asta şer zanibe bêkêmasî agahiyan dide. Agahiyên li ser şehadetan bêkêmasî parve dike û bi vî rengî asta berfireh û mezinahiya şer nîşanî her kesî dide. Jİ ber ku hîn nêzîkatiyên welê li Kurdistanê hene ku asta şer bi têrkerî nabînin û hesasiyeta pêwîst nîşan nadin.

ÇARGOŞEYEKE BI TENÊ NEHIŞTINE KU BOMBE NEKIRINE

Dihate zanîn ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP wê êrişeke bi vî rengî bike. Gerîla xwe li gorî vê amade kir. Ji şerê par sûd wergirt, aliyên erênî û yên neyînî li ber çavan girt û xwe ji şer re amade kir. Aliyên erênî hatin xurtkirin, di heman demê de li ser kêmasiyan hate rawesetîn ji bo ji holê bêne rakirin. Rêbaza şerê bi gerîlayên bi tevger, tunel û çeperan bû rêbazeke şer a hevigrtî û vê yekê kir ku bersiveke bi bandor ji êrişan re bê dayin.

Êrişên artêşa Tirk deqeyeke bi tenê jî nasekine. Di çarçoveya vê konsepta êrişê de bi esasî balafirên bêmirov û balafirên şer têne bikaranîn. Balafirên bêmirov ên şer û balafirên bombardûmanê timî li hewayê ne. Bêyî van êrişên hewayî artêşa Tirk li bejahî nikare gaveke bi tenê jî biavêje. Ne ji van balafiran be leşker nikarin saetekê jî xwe biparêzin û wê neçar bimînin ku birevin. Balafirên şer ên bêmirov û balafirên şer timî bombeyan li qadên berxwedanê dibarînin. Hema bêje çargoşeyek nema ye ku nehatiye bombekirin. Hejmara bombeyên ku DYE'yê li Vîetnamê bi kar anî bi salan di rojevê de mabû. Dihate gotin ku bombardûmana herî giran a dîrokê ye. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; Bombeyên ku dewleta Tirk bi taybetî salên dawî li Kurdistanê bi kar anî, ji temamiya bombeyên di şerên 1'emîn û 2'emîn ên cîhanê û li Vîetnamê zêdetir e. Bila kes nebêje ev agahî nepixandî ye. Asta êrişa li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji vê jî baş tê fêhmkirin. Niha li Zap, Avaşîn û Metînayê bênavber bombardûman tê kirin. Qadên din ên gerîla di vê astê de neyên bombekirin jî balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek timî li ser qadê digerin.

GAZÊN BI JEHR JI YÊN SADDAM BI KAR ANIYE QAT BI QAT ZÊDETIR HATINE BIKARANÎN

Hêza bejahî û êrişên hewayî yên dewleta Tirk li pêşberî berxwedana yekîneyên bi tevger û tunelan a gerîla, her wiha li hemberî çalakiyan bêçar mane. Ya ku li hemberî vê tê kirin, bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr e. Ji bilî bombeyên atomê yên ku di Şerê Cîhanê yê 2'emîn de hatin bikaranîn, ji temamiya çekên kîmyewî yên heta niha hatine bikaranîn zêdetir gazên bi jehr û çekên kîmyewî têne bikaranîn. Ji çekên kîmyewî yên Saddam bi kar anîn zêdetir, qat bi qat jê zêdetir ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn. Gerîla bi maskeyên gazê û rêbazên cuda tedbîran digire. Lê belê ji ber ku ewqasî zêde têne bikaranîn, dibe sedema şehadetên girîng ên gerîla. Dewleta Tirk ewqasî sûcên giran dike; lê belê çav jê re tê girtin. Tirkiye duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye, lewma bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku NATO çekê bi kar tîne. Lewma DYE û Ewropa yên ku li deverên cuda di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de hesasiyetê nîşan didin û qiyametê radikin, van sûcên Tirkiyeyê ku endamê NATO'yê ye ji nedîtî ve tên. Hewl didin şirîkatiya li vî sûcî binixumînin.

RÊBAZA GERÎLA RÊBAZEKE ŞER E KU TÊK NAÇE

Li hemberî van êrişan, gerîla li se bingeha guhertinên ku di rêbaza şer de kiriye bi fedaî li ber xwe dide. Ya ku rêbaza heyî bi ser dixîne, berxwedêriya fedaî yıa Apoyî ye. Eger rêbaza heyî bi ruhê fedaî bê meşandin, rêbazeke şer e ku têk naçe. Ruhê fedaî yê Apoyî bi mejiyê Modernîteya Demokratîk veguheriye gerîlayên têk naçin. Vê gerîlatiyê tez a Rêber Apo piştrast kiriye ku digot 'teknîka herî mezin mirov bi xwe ye'. Ev hêza fedaî ji her cûreyê şer re hatiye amadekirin. Êriş û dagirkeriya dijmin weke firsendekê ji xwe re dibîne ku rola xwe ya dîrokî pêk bîne. Têkoşîneke welê dimeşîne ku yekane fikra xwe têkbirina dijmin e. Li hemberî hêzên ku bi bombardûmana giran û bênavber, bi parastina hewayî dixwaze bi pêş ve biçe û bikeve qadê, her roj, her saetê çalakiyan dike û derbê lê dide. Hêzên qirker dagirker parçe bi parçe têne îmhakirin. Êrişkariya hêza bejahî ya dijmin hatiye şikandin. Bi zorê bi piştgiriya hêza hewayî û hêza çekên kîmyewî bi ser gerîla ve dibin. Lê belê derbên ku gerîla lê didin, efserên Tirk ên vî şerî bi rê ve dibin, leşkeran û çeteyan bêhêvî dike. Lê belê wezîrê parastinê yê desthilatdariya AKP-MHP'ê Hûlûsî Akar û generalên di bin fermandariya wî de ne di vî şerî de israr dikin. Ji bo vê desthialdariyê û generalên wê ev şer tê dewamkirin.

EV ŞER WÊ HETA HILWEŞANDINA DESTHILATDARIYÊ DEWAM BIKE

Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrişî Zapê dike. Beriya niha bi salan jî bi heman hesabî êriş kiribû, lê belê her carê têk çûbû. Herî dawî sala 2008'an Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Buyukanit vekişîna ji Zapê weke serketineke mezin nîşan dabû. Dewleta Tirk çima niha careke din rîskeke bi vî rengî da ber çavên xwe. Zap ji bo wan çima ewqasî girîng e, armanca wan çi ye?

Êrişên vê carê ji yên sala 2008'an û beriya wê cudatir e. Beriya her tiştî şert û mercên siyasî guherîn. Şerê dewleta Tirk ê li dijî me di heman demê de veguherî parçeyek ji Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê navenda wê li Rojhilata Navîn e. Bi sûdwergirtina ji şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn re dewleta Tirkd xiwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne û qir bike. Di dema Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Ermen hatin qirkirin. Niha jî di nava toz û dûyê Şerê Cîhanê yê 3'emîn de dixwazin Qirkirina Kurdan temam bikin. Li aliyê din bi sala 2015'an û vir ve li Tirkiyeyê desthilatdariyeke welê ava bû ku xwe dispêre şer û afirandina dijminên navxweyî û derve. Şirîkatiya MHP'ê ya li desthilatdariyê bêguman wê xwe bisparta dijminatiya li Kurdan û şer. Ev hêzên siyasî xwedî projeyeke cuda nînin. Ji xwe demokrasiyê ji bo fikrên xwe yên siyasî û bernameyên xwe weke dijmin dibînin. Bernameyeke bi tenê ya siyasî ya MHP'ê heye, ew jî; li ser bingeha qirkirina Kurdan afirandina cîhana Tirk a mezin ku jê re Tûran dibêjin. AKP jî xwedî mejiyekî operest e ku kevneşopiyeke xwe ya demokratîk nîne. Xwedî karakterê tekperest ê olperest û neteweperest e. Kombûna van li hev, mejiyê qirker  diafirîne. Di nava desthilatdariya AKP-MHP'ê de senteza Tirk-Îslamê ava bûye. Dema ku karaktera qirker a li nava kevneşopiya dewleta Tirk û ev mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê gihîştin hev hingî dijminatiya li Kurdan û li demokrasiyê gihîşte asta herî bilind. Ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li ser piyan bimîne, divê dijminatiyê li Kurdan bike û hêzên demokrasiyê bieciqîne. Şensekî cuda yê vê desthilatdariyê nîne ku li ser piyan bimîne.

Ji ber vê yekê derfetên Tirkiyeyê hemû ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê danîn ser maseya qumarê û li dijî Kurdan xistin nava şer. Dîplomasî jî, aborî jî, siyaseta hundirîn jî, perwerde jî, huner jî, çand jî, spor jî hemû ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP-MHP'ê têne bikaranîn. Bi rastî jî ya ku tê kirin qumar e. Ev şer heta hilweşîna vê desthilatdariyê wê dewam bike. Ji ber ku ne hêzên siyasî ne ku li ser bingeha têkoşîna siyasî ya li welatekî demokratîk e, şerekî bi vî rengî ji ber karaktera wan e. Polîtîkayeke ji vê cudatir ji wan nayê hêvîkirin.

HEVSENGIYA ERDOGAN, BAHÇELÎ, AKAR Û SOYLÛ XERA BÛYE

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di mijarên aborî û demokrasiyê de, yan jî di mijarên cudatir de ne feraseteke wan a siyasî ne jî fikrekî wan heye ku piştgiriyê werbigirin. Lewma sembolî jî be dixwazin serketinekê bi dest bixin. Sala 2021'ê wê li Garê hin cih bi dest bixista, derb li gerîal bixista, êsîr bigira Tirkiyeyê, şov bikira û bi vî rengî hilbijartin pêk bianiya. Tayyîp Erdogan çend roj berê gotibû ew ê filan rojê mizgîniyê bide. Ji wan hebû ku wê fanteziyên şer ên di fîlman de pêk bînin. Lê belê bi rengekî mezin têk çûn, ji hev ketin. Piştre xwestin bikevin Metîna, Zap û Avaşînê, careke din bi ser neketin. Yên ku di sala 2021'ê de têk çûn vê carê di 17'ê Nîsana 2022'an de li ser navenda Zapê dest bi êrişê kirin û xwestin encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî navê 'Pençe-Kilît' lê kirin. Wê kilît li Zapê vekira û biketa temamiya qadê, piştre jî hilbijartin pêk bianiya. Lê belê li bin guhê berxwedana gerîla ketin. Welê li wan hat ku Erdogan, Bahçelî, Akar û Soylû tewişîn, hevsengiya wan xera bû. Ji ber vê yekê êrişî her kesî dikin û sûcdar dikin. Radibin têkçûna xwe bi muxalefeta navxweyî û hêzên derve ve girê didin. Bêguman nikarin bêjin ku li hemberî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê di şer de em bi ser neketin, em têk çûn. Wê Zap bi dest bixista û serketin îlan bikira. Niha jî di nava sendroma Zapê de ne.

LI DERVE JÎ DIJMINATIYÊ LI DEMOKRASIYÊ DIKIN

Tevgera we şerê li Zap û Avaşînê di heman demê de weke şerê diyarkirina paşeroja gelên din ên li herêmê bi taybetî jî gelê Ereb pênase dike. Girîngiya vî şerî ji bo gelên herêmê i ye, wê encamên bi çi rengî bi xwe re bîne?

Belê niha li herêmên rojhilat û başûrrojhilatê Tirkiyeyê Kurd hene. Kurd ji aliyekî ve cîranê Ereban e. Li ser sînorê Tirkiyeyê yê bi welatên Ereban re Kurd hene. Kurd di navbera Tirkiye û welatên Ereb de herêmeke tampon e. Mirov dikare weke bendekê jî pênase bike. Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê bike qadek ji bo belavbûna netewetiya Tirk û ne tenê xwe bigihîne Azerbaycan û Asya Navîn; di heman demê de ji bo bi ser welatên Ereb ve biçe dixwaze Kurdan ji holê rake. Li aliyê din Tirkiye dijminê demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê ketine nava hev. Ji bo Kurd û civakên din ji demokrasiyê sûdê wernegirin, dijminatî li demokrasiyê tê kirin. Lewma ne tenê li nva Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê jî dijminatî li demokrasiyê tê kirin. Mînak li Sûriyeyê li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîkbûnê ye. Tirkiye naxwaze li Rojhilata Navîn demokrasî pêk were. Li Rojhilata Navîn li pişt DAÎŞ, El Nûsra, Îxwan û hemû hêzên din ên paşverû û dijminê demokrasiyê ye.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê tê wateya berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriye, Iraq, Bakurê Efrîkayê, Derya Spî, balkanan û Kafkasyayê. Dixwaze ku her kes xizmetê ji berjewendiyên dewleta Tirk re bike. Ev yek tê wateya, divê qirkirina Kurdan ji nedîtî ve bê, piştgirî ji polîtîkaya dagirkeriya Tirk a li Rojhilata Navîn re bê dayin.

Kurd li Rojhilata Navîn hêza bingehîn a demokratîk e, lewma Tirkiye bi dijminatiya li Kurdan dijminatiyê li demokrasiyê dike. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan li dijî nijadperestî, şoven û karakterê wê yê dagirkeriyê li ber xwe dide. Eger karibe vê têkoşînê têk bibe, wê kes nikaribe li pêşiya belavkarî û dagirkeriya neo Osmanî bisekine. Lewma têkoşîna ku em weke Tevgera Azadiyê dimeşînin têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelan e; têkoşîna azadiya jinan e li Rojhialta Navîn. Di serî de jin divê hêzên demokrasiyê, gel û baweriyên li Rojhilata Navîn hesabê wê yekê bikin ku eger têkoşîna azadiyê ya Kurd tasfiye bibe wê Tirkiyeyeke çawa derkeve holê. Me xwest ku rewşa neyînî bê dîtin, bê fêhmkirin bê berxwedana me tê çi wateyê.

DEMA KU ÊRIŞA FAŞÎST ŞIKEST WÊ RÛYÊ ROJHILATA NAVÎN BIGUHERE

Dema ku tevgera me ya azadiyê ev êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê şikand, ne tenê Tirkiye wê rûyê Rojhilata Navîn biguhere. Herî zêde jî wê Tirkiye biguhere. Tirkiye bi danheviya têkoşînê ya sed salî ya hêzên demokrasiyê wê bibe welatekî girîng ê demokratîk li Rojhilata Navîn. Dema ku navenda pavşerûtiyê ya Rojhiltaa Navîn hate bêbandorkirin, wê deriyên demokrasiyê li Rojhilata Navîn heta dawiyê bêne vekirin. Li Rojhilata Navîn gel û bawerî wê bi biratî bi hev re bijîn. Her gel wê bi çand, bawerî, jin bi nasname û îradeya xwe bi rengekî azad bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê divê her kes wate û qîmetê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê zanibe ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîneke bi bandor dimeşîne.
Dema ku li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiye demokratîk bû, wê li Rojhilata Navîn serdemeke nû destpê bike. Mîna ku Rêber Apo dibêje, teşiya Kurd wê bigere, wê Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk.

ÊRIŞA TÊ KIRIN JI BO PDK'Ê JÎ ÊRIŞA DEWAMKIRINA DESTHILATDARIYÊ YE

Hesabê wê tê kirin ku Zap bê dorpêçkirin û ji Başûr ve êriş dikin. Diyar e ku vê carê rêyeke cuda dane ber PDK'ê. Bi navê dagirkeran hewl dide êrişî Metînayê bike û dorpêç bike. Bi heman rengî cerdevan jî tevlî êrişên dagirkeriyê hatine kirin. Tê gotin ku bi vê çarçoveyê soz dane ku statuya çawişê pispor bidin cerdevanan. Cudahiya êrişên li ser Zap û Avaşînê ji êrişên dagirkeriyê yên par çi ye? Hem li Başûr hem jî li Bakur sozên bi çi rengî ji Kurdên hevkar re hatine dayin?

Her roj dibêjin ku wê ji êrişa dagirkeriyê encamê bi des bixin. Ji xwe ev desthilatdariya faşîst bi salane dibêje ku li ku derê Kurdên azad hebin wê bieciqîne. Ji ber ku zanin di rastiya Kurdên azad de wê sîstem û polîtîkaya mejiyê belavker, mêtinger û qirker hilweşe. Ji ber vê yekê ewqasî dijminatiyê li Rêber Apo dikin. Zanin ku paradîgmaya Rêber Apo wê rastiya civaka azad û demokratîk bê avakirin. Lewma dixwzin tevgera me ya azadiyê bieciqînin. Vê yekê ji bo xwe weke şerê hebûnê dibînin. Yanî li ser mirina Kurdan dixwazin sîstem û mejiyê xwe yê qirker mêtinger dewam bikin. Salên dawî di mejiyê Rêber Apo û têkoşîna wî de dawiya xwe dibînin. Bandora tevgera me ya azadiyê ya li ser hêzên demokrasiyê û jinên li Tirkiyeyê zorê dide vê desthilatdariyê. Êrişa îsal êrişa ji bo dewamkirina mejiyê heyî û desthilatdariya heyî ye. Ji xwe fêhm kirin ku têkoşîna me wê dawiyê li polîtîka û mejiyê desthilatdariyê yê paşverû bîne û hemû dijminên demokrasî û azadiyê xistin nava liv û tevgerê. Li ser vê bingehê bi taybetî PDK û cerdevan xistin nava liv û tevgerê. PDK jî ji ber ku bi mejî û polîtîkaya xwe bi temamî ji gel qut bûye, xwe dispêre desthilatdariya AKP-MHP'ê. Difikire ku eger ev desthilatdarî winda bike ew ê jî winda bike. Cerdevan jî ditirsin ku dema desthilatdariya AKP-MHP'ê winda bike û demokratîkbûn pêk were, ji ber kiryarên xwe yên heta niha wê nikaribin di nava civaka Kurd de bimînin.

DIJMINATIYA PDK'Ê YA LI PKK'Ê BI QASÎ DIJMINATIYA DEWLETA TIRK KÛR E

Bêguman hin soz dane PDK'ê û cerdevanan. Yan jî PDK hesabê wê yekê dike ku eger PKK û têkoşîna azadiyê tasfiye bibe, wê komên siyasî hemûyan tasfiye bike û li ser Kurdan hegemonya xwe ava bike. Ji ber ku xwedî mejiyekî demokratîk nîne, nêzîkatiyeke wan a ji bo jiyaneke bi hev re ya demokratîk û wekhev bi hêzên siyasî yên Kurd re nîne. Têkiliyên ku PDK'ê li ser aboriyê bi Tirkiyeyê re daniye hevkariyeke bi vî rengî ya qirêj afirandiye. Ji ber ku êrişa di 17'ê Nîsanê de hate destpêkirin weke êrişa qedandina PKK'ê dibîne, PDK vê carê bi rengekî eşkere tevlî vî şerî bûye. Dibe ku hin soz dabin PDK'ê, lê belê dijminatiya PDK'ê ya li PKK'ê bi qasî dijminatiya dewleta Tirk a li PKK'ê kûr e. PDK jî mîna desthilatdariya AKP-MHP'ê paşeroja xwe di tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd de dibîne. Sedema xiyanet û hevkariya PDK'ê ya di vê astê de ji ber mejiyê wê ye. Naxwe eger ev hevkarî û xiyaneta PDK'ê bi sedemên cuda bê ravekirin, ev ê were wateya nedîtina rastiyê. PDK ne ji ber şaşitiya PKK'ê yan jî hêzeke din a siyasî ketiye nava vê helwestê. PDK êdî rêxistiniyeke welê ye ku tenê ji bo berjewendiyên malbatî tevdigere. Dozeke xwe ya Kurdîtiyê nîne; veguheriye hêzeke welê ku di ser Kurdan re dixwaze berjewendiyan bi dest bixe. Lewma Kurdîtî ji bo wan tenê bûye mijara bazarê. Hêzeke mêtinger qirker di mijara jiyana azad û demokratîk a Kurdan de nikare sozekê bide, lewma sozên hatine dayin bi temamî ji bo berjewendiyên malbatî ye, dibe ku ji bo dewamkirina serweriya li ser Kurdan be. Mêtingeriya qirker ji bo Kurdan kontrol bike ji salên 1960'î û vir ve bi PDK'ê re di nava têkiliyê de ye. Di salên 1960'î de ku li her derê têkoşîna azadiya neteweyî bi rê ve diçûn, li Bakurê Kurdistanê eger pêşketineke bi vî rengî nebûye, sedema vê tasfiyekirina Dr. Şivan û hevalên wî ye.

Dewleta Tirk her ku tengav dibe PDK'ê hîn bêhtir dixe nava şer. Li pêşiya hatina cebilxane û erzaqê ji bo herêmên gerîla dibe asteng. Têkiliyên navbera hêzên gerîla qut dike, qada tevgerê tengav dike û li pêşiya alîkariya hêzên gerîla ya bi hev re dibe asteng. PDK niha ji vê û wê de gavek avêtiye û hewl dide bi dorpêçkirina qadên gerîla, bi navê dewleta Tirk hin herêmên gerîla bi dest bixe. Piştgiriya ku dide dewleta Tirk niha hewl dide bigihîne vê astê. Lewma Fermandariya HPG'ê hişyarî da PDK'ê. PDK bi zanebûn van gavan diavêje. Ji ber vê yekê gelê Kurd, jin, ciwan û hêzên siyasî yên welatparêz, rewşenbîr, nivîskar û hunermend divê li ber van gavên PDK'ê rabin. Eger ev gavên PDK'ê neyên astengkirin, şerê bi PDK'ê re wê ne tenê il Metîna, Zap, Avaşîn û Heftanînê bimîne, wê li hemû qadên gerîla belav bibe.

Dema dawî di çalakiyên Kurdan û dostên wan de pênaseyên dagirkerî û xiyanetê êdî bi hev re têne bikaranîn. Pozîsyona xiyanetê ya Kurdên hevkar di asta dijminatiyê de dibînin. Hûn vê helwestê çawa dinirxînin? Banga we li gelê Kurd û gelên cîran heye?

Gelê Kurd dema dawî di mijara dagirkeriyê de rola xiyanetê destnîşan kir ku ev nêzîkatiya ku xiyanetê û dagirkeriya dewleta Tirk weke hev dibîne, nêzîkatiyeke rast e. Ji ber ku di asta heyî de banga li PDK'ê yan jî cihêkirina ji dewleta Tirk, wê bi kêrî nixumandina hevkarî û xiyaneta PDK'ê bê. Bêguman banga me û gelê me ya di vê mijarê de di çarçoveya berpirsyariya neteweyî de ye. Lê belê êdî ti wate nemaye ku ji PDK'ê re bê gotin; dest ji vê hevkariyê berde, dest ji xiyanetê berde, bi hêzên siyasî yên kurd re bibe yek. Xiyanet û hevkariya PDK'ê gihîştiye asteke welê ku êdî banga li PDK'ê û bendewariya ji PDK'ê wê tenê xizmetê ji dewamkirina hevkarî û xiyanetê re bike. Li aliyê din bangên bi vî rengî yên li PDK'ê wê têgihiştineke welê biafirîne ku mîna para PKK an jî rêxistineke din a Kurd heye ku PDK ketiye nava helwesteke bi vî rengî. Lewma divê mirov xwe ji helwestên bi vî rengî vegirin, kiryarên PDK'ê raxin pêş çavan û li ber rabin.

Eger tişta ku PDK dike, YNK an jî PKK'ê kiribûya wê gelê Kurd û raya giştî çi bigota, yan jî helwesteke çawa nîşan bida? Ji xwe PDK ne cara yekê ye vê dike. Di tasfiyekirina rêxistinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê de rola PDK'ê mezin bû. Dis ala 1997'an de PDK bi piştgiriya Saddam kete Hewlêrê ku hingî di destê YNK'ê de bû. Bi piştgiriya leşkerên Saddam Hewlêr bi dest xist. Li Hewlêrê piraniya wan birîndar û nexweş bi dehan kadroyên PKK'ê bêrehm qetil kir. Li Tirkiyeyê ku welatê NATO'yê ye, di salên 1960'î de ji bo tevgera azadiyê ya Kurd bi pêş nekeve, PDK hate bikaranîn. PDK'ê welatparêzên li nava eşîra xwe jî tasfiye kir û di heman demê de gelek eşîr bi zext û komkujiyan teslîm girt. Mirov nikare bi temamiya xiyanet û hevkariya PDK'ê ya bi dijmin re li vir vebêje. gotinên Eyup Barzanî bi xwe ku ji eşîra wan e, radixe pêş çavan bê rastiya PDK'ê çi ye.

Weke tevger, ji bo PDK ji vê rewşê rizgar bibe me gelekî hewl dan. Tevî ku kete nava gelek neyîniyan, ji bo dewleta Tirk wê hîn bêhtir bi kar neyne, ji bo nekeve hembêza dewleta Tirk, em bi sebir û nerm tevgeriyan. Li dijî hin xiyanetê wan me helwesteke eşkere nîşan neda. Di mijarên hevkarî û xiyanetê de me hişyarî dan û bi vî rengî xwestin çareser bikin. Mînak di serî de li Garê û Metînayê, li herêma Behdînanê bi hevkariya MÎT-Parastinê bi sedan gerîla bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek hatin şehîd xistin. Hingî jî em bi vê nêzîkatiyê tevgeriyan. Lê belê PDK'ê dest ji vê helwesta xwe berneda. PDK'ê bi rengekî eşkere polîtîkaya xwe spart hevkariya bi dewleta Tirk re. Lewma polîtîkayên xwe hemû di vê çarçoveyê de meşand. Bi dewleta Tirk re dixwaze mezintirîn tevgera azadiyê ya dîroka Kurdistanê û gerîla tasfiye bike.

PDK'ê li Şengalê fîşekeke bi tenê jî neteqand, Êzidî di bin kêra qirkirinê ya DAÎŞ'ê de hişt, kir ku DAÎŞ destdirêjiyê li hezaran jin û zarokên Êzidî bike. Niha jî bi destê dewleta Tirk êrişî Şengalê dike. Yê ku dixwaze Iraq êrişî Şengalê bike û di vê mijarê de şantajê li Iraqê dike PDK ye. Li Şengalê di qetilkirina Êzidiyan de ya bi destê dewleta Tirk, destê PDK'ê heye. Di vê mijarê de destê xwe di nava xwînê de ye.

BI NAVÊ NETEWEBÛNÊ NABE KU EM XIYANETÊ NERM BIKIN

Yê ku êriş û dagirkeriya li ser Rojava rewa dike PDK ye. Rêxistin û komên ser bi PDK'ê ve ne li ber dagirkeriya li Rojava radibin ne jî li dij dagirkeriyê têdikoşin. Hîn jî bi dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker re tevdigerin. Welatparêziyeke bi vî rengî gelo li ku heye? Navê vê yekê li her derê xiyanet e. Li Kurdistanê pîvanên xiyanet û hevkariyê jî hatine xumamîkirin yan jî hin derdor xumamî dikin. Ji xwe di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan de yek ji sedemên herî girîng ên zehmetiyan xumamîkirina nokerî û xiyanetê ye, normalkirina rastiya PDK'ê ye.

Bersiva herî baş a li hemberî van helwestan li Londonê ji aliyê jineke ji Başûrê Kurdistanê ve hate dayin. Pêlava Mekapê rakir û li rûyê xiyanetê xist. Xiyanet û hevkarî êdî bi van helwestan dikarin bêne astengkirin. Bi navê netewebûnê êdî xiyanet û nokerî nabe bêne nermkirin. Ev ne nêzîkatiya neteweyî ye. Ev yek têkoşîna azadiyê ya neteweyî lawaz dike. Eger PDK'ê heta niha ev polîtîka meşandibe, di vir de rola kêmasiyên van helwestan heye. Eger PDK dixwaze dest ji van helwestên xwe berde, wê demê divê bi rengekî eşkere li ber kiryarên wê helwest bê nîşandan.

Lewma dema qala yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî tê kirin, nêzîkatiyên ku PDK'ê tevlî vê dikin tên wateya windakirina demê û sabotekirina gavên bi vî rengî. Derdekî PDK'ê ji bo yekîtiya neteweyî nîne. Armanca wan ew e ku hêzên siyasî hemûyan bixe bin hegemonya xwe. Lewma divê êdî mirov PDK'ê li derveyî yekîtiya neteweyî bibîne, yekîtiya neteweyî bi partî û rêxistiniyên siyasî yên li derveyî PDK'ê bifikire û kar bi vî rengî bimeşîne. Ji ber ku di demeke bi vî rengî dîrokî de nemeşandina karekî wiha wê li her qadê zerarê bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Polîtîka û mejiyê PDK'ê yê ku zerarê dide yekîtiya neteweyî bi vî rengî ji holê dikare bê rakirin. Dibe ku wê demê meylên welatparêziyê yên li nava PDK'ê li ber neyîniyên PDK'ê rabin û pêşî li polîtîka û mejiyê li pêşiya yekîtiya neteweyî ya PDK'ê bibe asteng.

Li nava gelê Kurd helwesta li dijî hevkarî û xiyanetê her roj xurtir dibe. Gelê Kurd divê vê helwestê bi daxuyanî û çalakiyên xwe hîn bi eşkere nîşan bide. Gelên cîran û hêzên demokrasiyê jî divê zanibin ku têkoşîna azadiyê ya PKK'ê li dijî hevkarî û xiyaneta li Rojhilata Navîn e. Gelê Kurd û têkoşîna wê jî divê li gorî rêxistinên PDK'ê neyên nirxandin. Ji bo em van hêzên siyasî yên ku zerarê didin Kurdan û gelên Rojhilata Navîn lawaz bikin, divê gel û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê.