Komek ciwanên Ereb û Kurd tev li nava refên gerîla bûn

Komeke ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tev li nava refên gerîla bûn û bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bibin.

Komek ciwanên Ereb û Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê tev li nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ragihand û gotin li ser banga Komalên Ciwan tev li refên gerîla bûne.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan xetimiye, nikare li ber xwe bide û destnîşan kir ku di pêvajoyeke wisa dîrokî de, divê her ciwanek xwe berpirsyar bibîne û tev li çalakiyan bibe û cihê xwe di nava refên gerîla de bigire.

Daxuyaniya ciwanên Ereb û Kurd wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî nirxên mirovahiyê kar dike, ji bo hebûna xwe ya ku di esas de tune ye bide ferzkirin, û desthilatdariya xwe li cîhanê serwer bike, polîtîkayên qirêj dimeşîne. Êrîşê projeya Neteweya Demokratîk û Tevgera Azadiyê dike. Armanca wan bi vê polîtîkayê tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku li hemû cîhanê belav bûye.

GERÎLA BERXWEDANEK BÊ HEMPA RABER DIKE

Êrîşa 17’ê Nîsanê li dijî çiyayên Kurdistanê hat destpêkirin, ji aliyê hêzên hegemonîk, bi taybetî dewleta Tirk û PDK’ê ku bi xeta îxanetê cihê xwe di dîrokê de girtiye, hate destpêkirin. Armanca vê êrîşê rakirina ji holê ya Tevgera Azadiyê û gelên ku hêza wan asteng dikin e. Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo parastina baweriya gelê xwe û pûçkirina planên qirkirin û talanê li hemberî van êrîşan bûn wek mertal û berxwedaneke bê hempa raber kirin.

DEWLETA TIRK BI TÊKÇÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE

Hemû polîtîkayên bêexlaq, çekên kîmyewî, êrîşên hewayî û bejahî yên ku dewleta Tirk ji bo tunekirina gerîla dan destpêkirin, ji aliyê gerîlayan ve bi vîn û baweriyeke xurt hatin pûçkirin. Dewleta Tirk bi têkçûnê re rû bi rû maye, bi vê cardin xuya dibe şerê gerîla şerê îrade û azadiyê ye.

EM Ê BI RUHÊ FEDAYÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ TÊK BIBIN

Li ser vê bingehê li ser banga Komalên Ciwanan em weke ciwanên Ereb û Kurd ên vî welatî, li hemberî êrîşên qirkirinê parastina ax û namûsa xwe erka xwe dibînin, ji ber vê jî em biryara tevlêbûna nava refên gerîla didin. Di pêvajoyeke wisa de, divê her ciwan bibe bersiv, rabe serî Hilde, bibe xwedî rol û tev li nava refên gerîla bibe. Ji ber ku hêvî û xeyalên azadiyê rêya gerîlatiyê ye. Li ser vê bingehê banga me li hemû ciwanên azadîxwaz ew e ku tev li nava refên gerîla bibin. Em ê bi ruhê fedayî dagirkerî û îxanetê têk bibin. Ji bo vê jî em dibêjin, li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’ û ‘’Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû.