Rojnamevanên Mexmûrê: Tu hêz nikare me ji heqîqeta me qut bike

Li hemberî destgîrkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, rojnamevanên Mexmûrê daxuyaniyek dan û gotin; “Em ê hertim li ser şopa heqîqetê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidomînin.”

Li dijî êriş û destgîrkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û dijminê ramana azad ji her kesimên azadîxwaz ên civakê û bi taybetî rojnamevanan bertek tê nîşandan. Li Wargeha Penaberan a Şehîda Rustem Cûdî (Mexmûr) jî rojnamevanan bi daxuyaniyekê desgîrkirina rojnamevanan şermezar kir û diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên ji ber ku li hemberî berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê têk çûye; ji bo ku binketina xwe nixumandî bihêle xwe li rojnamevanên ragihandina azad negirt. Her wiha dan zanîn ku êrîş û destgîrkirina rojnamevanan ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedaniya gerîlayan ne qut e û destnîşan kirin ku ewê her tim li ser şopa heqîqetê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidomînin.

Daxuyaniya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê hat dayin wiha ye:

“Plana stratejîk a şerê nû ya dewleta Tirk ku ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an ve li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dabûn destpê kirin di roja me ya îro de bi awayekê hîn berfirehtir di her aliyan de berdewam dike. dewleta Tirk, hikûmeta faşîst ya AKP-MHP her tiştê xwe ji bo tinekirina gelê Kurd seferber kiriye. Ji bo vê yekê pêkbînin her tişt dane berçav û tevahî hêzên NATO jî vê yekê erê kiriye. Konsepteke topyekûn ji hêla hêzên hegemonîk, desthilatar, netew dewlet, faşîzm û dagirkeriya AKP-MHP û îxanetkarê PDK ve ji bo qirkirina Kurdan tê meşandin. Ji bo ku vê konsept pêkbînin di her qadê de êriş dane destpê kirin. Girtina hevalên me yên rojnamevan jî girêdayî vê konsept û şerê qirkirinê ye.

Rojnamevanî wîjdan û exlaqê civakê ye. Lê di roja me ya îro de hin saziyên medya û saziyên Başûrê Kurdistanê cardin saziyên medyaya hewîzê bi televîzyonên xwe, Radyo, Malper û Rojnameyên xwe re di nava êrişekê bê exlaq de ne. Tevahî hewildanên wan ewe ku, hest û fikrê civakê berovajî bike, felç bike, teslîm bigre. Weke rojnamevanên Kurd yên ku ji çanda sosyalîzm, demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk tên emê heta dawiyê bi fikir, raman, pênûs û kamerayên xwe li ser rêya heqîqetê û bi heqîqeta civaka xwe re li ser şopa Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersozan, Mûsa Enteran, Denîz, Nûjiyan û Rizgaran di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bin. Hevpîşeyên me yên ku ji hêla pergala hikûmeta faşîst, mêtînger ve hatine girtin jî bi rêgezê sosyalîzmê û rêgezê rizgariya civaka netewa Kurd ji bo gelê xwe rastiyê ragihînin, bibîn çav û zimanê gelê xwe, di pîvanê ragihandina azad de têkoşiyane û bi ti awayî tawîz ji rêgezên xwe ne dane.

Destgîrkirina hevpîşeyên me dide diyar kirin ku hikûmeta faşîst, mêtînger, dagirker û îxaneta PDK çiqasî lawaz bûye, têkçûye û bê çare bûye. Ji ber hevpîşeyên me rastiya faşîzm, mêtîngerî û dagirkeriya AKP-MHP û îxaneta PDK bi awayekê zelal ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re rast radigîne û rastiyan tîne ser ziman ji ber vê yekê hatine binçav kirin. Li Kurdistanê li ser gelê Kurd şerekê taybet tê meşandin. Bê guman niha li Îmraliyê Rêber Apo li hember vê şerê taybet di nava şerekê bê eman de ye. Cardin tevgera azadiya Kurd li hember dagirkerî, mêtîngerî, qirkirin û îxanetê berxwedanî û têkoşînekê bê eman yê dîrokî û serdema sedsala 21. dimeşîne. Em baş dizanin ku Îmralî navenda şere, şerê ku niha li hember tevgera azadiya gelê Kurd tê meşandin, cardin êrişên li ser girtîgehan û destgîrkirina hevpîşeyên me ji tecrîda mutlak ya li ser Rêber Apo tê meşandin, qut nîne.

Şefê faşîst Erdogan û PDK tevahî tirsa wan ewe ku rastiya wan derkeve û ji raya giştî re were diyar kirin. Ji bo ku binketinên xwe ji raya giştî veşêrîn serî li her rê û rêbazan didin. Ji bo ku desthiltadariya xwe bêxin sexlemiyê û dengê Kurdan li ti deverê neyê bihîstin, berxwedanî û têkoşîna gelê Kurd û gerîlayên azadiyê neyên nîqaş kirin, êriş birin ser hevpîşeyên me. Di serî de gelê me yê welatparêz û raya giştî vê yekê baş bizane ku weke gelê Kurd em ji her deman zêdetir bihêzin. Tu hêz nikare me ji heqîqeta me qut bike û dûr bêxe. Wek ragihandina azad ya ku bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwedî dike heya niha me bi ti awayî li hember zilm, zordarî, mêtîngerî û dagirkeriyê serî ne tewandiye emê serî ne tewînin. Emê hertim li ser şopa heqîqetê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidomînin. Em bang li tevahî gelê xwe, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin û dibêjin, em di demekê gelek awarte re derbas dibin û di vê demê de tişta ku ji me tê xwastin ewe ku li hember faşîzm, qirkirin, mêtîngerî û dagirkirinê em hêza xwe bikin yek. Ji ber ev faşîzm dijminê mirovahiyê û civaka exlaqî û polîtîke. Em weke ragihandina azad ya wargeha berxwedaniyê ya şehîd Rustem Cudî soz didin ku emê heya dawî bi fikr û ramanê xwe, bi pênûsa xwe li ser şopa heqîqetê têbikoşîn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.