Wê rojnamevan 2 rojên din jî di nezaretê de bimînin

Li Amedê di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger, 21 kes hatibûn destgîrkirin. Hate ragihandin wê rojnamevan 2 rojên din jî di nezaretê de bimînin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8’ê de, di nav de 20 jê rojnameger 21 kes di serdagirtina malan de hatibûn destgîrkirin. Di serdagirtinên malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu û Kadîr Bayram hatibûn destgîrkirin. Feynaz Koçûk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê hatibû destgîrkirinn. Dema nezareta rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin. 

Ji bo dirêjkirina dema nezaretê hinceta ji bo kesên ji heman lêpirsînê derbarê wan de biryara girtinê heye û dewama lêgerîna li şirketên produksiyonên ku rojnamevan lê dixebitin hat nîşandan. Li ser dosyeyên rojnamevanên di hucreya yek kesî yên li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê didome.