Êrîşên dagirkeriyên ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayê HPG’ê Ronî Botan ê ku di dema êrîşên dijwar de çûyî qada berxwedanê Zapê, ji ANF’ê re axivî.
‘HEDEF Û ARMANCÊN ME HENE’
Ronî Botan diyar kir ku li herêma Zapê êrîşên mezin tên jiyîn û got: “Em gerîlayên fedayî yên Rêber Apo û yên HPG’ê, me di berxwedana Zapê de cihê xwe girt. Wekî şehîdên xwe yên leheng, em ê jî li dijî dijmin çalakiyan li dar bixin. Hedef û armancên me hene. Dijmin hat vir lê wê bi awayek rehetî nekarin ji vir derkevin. Em ê bi berxwedan û têkoşînê dijmin ji xakên Kurdistanê bavêjin. Em ê jî wekî tîmên gerîla yên gerok, di berxwedana Zapê de cihê xwe bigrin. Em kelecana cihgirtina li berxwedana Zapê dijîn.
‘WÊ SERKEFTİN A GERÎLA BE’
Gerîla Ronî Botan têkçûna dewleta Tirk a sala 2008’an a li Zapê bi bîr xist û axaftina xwe wiha dom kir: “Dijmin çawa sala 2008’an li Zapê rastî têkçûnê hat, wê di sala 2022’an de têkçûnek ji wê gelek mezintir bijî. Wê serkeftin a gerîla be. Em jî hatine tevlî vê berxwedanê bibin. Em kelecaniya vê yekê dijîn. Em xwîna hevrêyên xwe yên şehîd li erdê nahêlin. Em ê çalakiyên xwe yên li dijî dijmin bidin domkirin. Em ji bo vê yekê li vir in, heya ku em şehîd dibin em ê vê berxwedanê bidin domkirin