Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li dar dixe, bi coşa dehhezaran kesan didome. Tevî provakasyonên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê jî girseyê pankarta mezin a bi nivîsa “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû li qada mitîngê hilawîstin.
OZTURK: ÇARESERÎ SOÇÎ NÎNE, ÎMRALI YE
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di mitîngê de axivî û wiha got: “Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye. Sedema ve jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Desthilatdariya faşîst li derve li çareseriyê digere. We di 5’ê Nîsana 2015’an de biryara girankirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan dan. Hûn bi feraseta ku ev sed sal in didome tevgeriyan û got qey wê bi qetilkirin û girtinan Kurdê ku dixwazin biafirînin. Qada Stasyonê careke din nîşan da ku ev plana we negirtiye. Ji bo çareseriyê berê xwe didin Soçiyê lê çareserî ne li Soçiyê, çareserî li Îmraliyê ye û di azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan de ye.”
‘HETA HESAB NEYÊ DAYÎN HEVHELALKIRIN NABE’
Bi domdarî Ozturk got ku di salên 1980’an de li zindanan ser Kurdan hovîtiyeke mezin hate kirin û wiha pêde çû: “Xwestin Kurdan teslîm bigirin û xiyanetê pêş bixin. Lê belê rêhevalên me berxwedaneke mezin raber kirin û bersiveke mezin dan. Kurd li hemberî we serî natewînin. Kurdan ji bo her destkeftiyekê bedelên giran dan. wê ev berxwedan ji vir û şûnde jî bidome. Banga me ji bo muxalefetê ye. Qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hesaba Zîlan, Dêrsim û Roboskê neyê dayîn em ê çawa hevhelal bikin? Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Bi dijminatiyê nabe. Her êrişa we me bihêztir dike. Divê em salên 2013-2015’an bînin bîra xwe. Bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Lê bi kêrî we nehat û we pêvajo têk bir. Lê çi dibe bila bibe hûn wê rûnin ser wê maseyê. Ji bilî wê tu vebijêrkên din nînin.”
Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li dar dixe, bi coşa dehhezaran kesan didome. Tevî provakasyonên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê jî girseyê pankarta mezin a bi nivîsa “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû xistin qada mitîngê.
Piştî axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz jî destpêkê girse bi zaravayên Kurdî yên kurmancî û kirmanckî silav kir.
VAYE ÎRADE Û SEKNA GEL
Aydenîz wiha got: “Tevî hemû zehmetî, astengkirin û hewayê germ jî bi hezaran kesan ji bo ku payemeke xurt bidin desthilatdariya faşîst, Qada Îstasyonê tije kirin. Her cara ku ev deshtilatdarî devê xwe vedike dibêje; ‘nikarin xwe li ser pêyan bigirin.’ Lê belê tevî hemû zilm û zextan jî ji bo xwedîderketina li fikriyeta HDP’ê qad tên tijekirin. Vaye sekna gelê serê xwe natewîne û îradeya wan. Em ê di tu şert û mercan de destûrê nedin ku dozên kompasê vê fikriyatê ji holê rakin. Ev mitînge jî delîla vê ye.
Ya ku li başûrê Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Ev desthilatdarî xwe bi zext û qeyûman ser pêyan digire. Hêza xwe jî polîtîkayên pişaftin, înkar û tunehesibandinê yên sedsalî digire. Lewma li dijî her deverê şer radigihîne. Armanca esasî ya şerê li dijî Başûr jî ew e ku destkeftiyên Kurdan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin tune bikin, xaka Başûr îlhaq bikin û polîtîkaya mêtingeriyê bi cih bînin. Dixwazin Kurdan û Kurdistanê weke mêtingeha xwe birêve bibin. Li Başûr û Rojava şer dikin. Her roj Mexmûr û Şengalê bombebaran dikin. Em jî dibêjin ku ev polîtîkaya we ya şer tu carî bi ser neket û wê bi sernekeve jî. Ya ku îro li Başûr tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Bombebarana li Zaxoyê jî awayekê vê ya cuda ye. Em êrişa li dijî Zaxoyê şermezar dikin. Dixwazin herêmê vala bikin. Lewma her roj êriş dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê şer û êriş çareserî nînin.”
DIVÊ STATÛYA GELÊ ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN
Aydenîz diyar kir ku her wiha êrişî Şengalê jî dikin û got: “Em li vir berxwedana civaka êzidî silav dikim. Heta ku statûya Şengalê tê qebûlkirin jî wê têkoşîna me bidome. Em bi gelê Şengalê re ne. Divê statûya xelkê Şengalê teqez were naskirin. Yên ku nekarîn vî gelî ji 73 fermanan biparêzin, wê ji vir û şûnde jî nekare biparêz e. Daxwazên gelê Şengalê zelal in. Divê hem dewletên herêmê û hem jî yên navneteweyî statûya wan nas bikin.
‘ÊDÎ TIŞTEKÎ KU EV DESTHILATDARÎ BIDE CIVAKÊ NEMAYE’
Yên ku nekarîn li Başûr encamekî bi dest bixin, bi pêleke nîjadperestiyê hewl didin êrişî Rojava bikin. Em we ji Efrîn û Serêkaniyê nas dikin. Hûn ketine derdê wê ku tiştên we li vê derê kirin li Rojava jî bikin. Hemû kes pê dizane bê ka we Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çawa pêşkeşî çeteyan kir. Bi şerê li dijî Rojava re wê krîza heyî hêj girantir bibe. Em ê li dijî vî şerî derkevin û ew jî ji bo xwe ser pêyan bigirin dixwazin vî şerî bikin. Êdî tiştekî ku ev desthilatdarî bide civakê nema ye. Lewma planên êrişeke li dijî Rojava dikin. Gelê Kurd li Kobanê, Reqa û Efrînê DAÎŞ têk bir. Bi vê êrişê dixwazin DAÎŞ’ê dîsa zindî bikin û tola wê hilînin. Lewma gelê Kurd wê destûrê nede ku desthilatdarî bi polîtîkaya şer hebûna xwe bidomîne.
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
Ev desthilatdarî biçe ku derê dijminatiya Kurdan dike. Diçe Soç û Madrîdê dijminatiya Kurdan dike, diçe Astana û Tehranê dîsa heman dijminatiyê dike. Di dawiya dawî de ev dijminatiya li Kurdan wê dawiya we bîne. Desthilatdarî dixwaze di vê sedsalê de Lozaneke din bi serê Kurdan bîne. Gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide û êdî gihiştineke asteke wisa ku li Rojhilata Navîn û Tirkiye yê teşe dide siyasetê. wê Lozaneke din teqez çênebe ji ber ku Kurd ne Kurdên sedsal berê ne. Gelê Kurd niha li çavrêya azadiyê ye.
HETA TECRÎD NEYÊ BI DAWÎ KIRIN EM NASEKININ
Zilma li dijî Kurdan didome. Girtîgeh ji Kurdan hatine tijekirin û zilmê li girtiyên nexweş dikin. Çevîk Bîr hate berdan lê Aysel Tugluk ji ber ku Kurd e nehate berdan. Em dîlgirtiyên li zindanan silav dikin. Heta ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû polîtîka bingeha xwe ji polîtîkaya tecrîdê digirin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, îro li seranserî civakê belav bû. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî em ê nesekinin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û demokrat im, li dijî tecrîdê derkeve. Gelo partiyên muxalefetê ji bo vê tecrîdê dibêje çi?
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE
Bi hatina Kurdistanê û bi gotinên ‘em heqê xwe li hev helal bikin, rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ û hwd. bo gelê Kurd gelek girîng nîne. Xeta sor a gelê Kurd, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye yê çareserî ne di dijminatiya li dijî Kurdan de, şer, dijminatiya li jinan û şewitandina daristanan de ye. Çareserî, birêz Abdullah Ocalan e. Çareseriyên birêz Ocalan pir zelal in. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha çalakî tên lidarxistin. Hemû kes dizane ku ev paradîgma, li dijî pergala kapîtalîst paradîgmayeke alternatîf e û jê bihêvî ye. Di salvegera komarê de rêya demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd, di Îmraliyê re derbas dibe. Bila muxalefet vê rastiyê jî baş bizane.
Birêz Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an de ji parêzerên xwe re got; ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji bo azadiya birêz Ocalan em ê her tim têbikoşin. Em ê her tim bi wê îradeyê re bin. An serkeftin, an serkeftin.”