Li aqûbeta Gunkan ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat ‘windakirin’ hat pirsîn

Xizmên Windayan, ji bo Mehmet Gunkan ê ku bi zorê li qereqolê li helîkopterê hat siwarkirin û 28 sal in agahî jê nayê girtin hatin cem hev.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 704’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” ku her hefte li dar dixin, li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan li ber Birdariyê kom bûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin.

Sekreterê ÎHD'a Amedê Yakûp Guven, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo bihîstina denge xizmên windayan li hev civiyane û wiha got: “Di salên 1990’î de siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan hatin revandin. Ji faîlên wan hesap nehat pirsîn. Heta ku hestiyên windayên me bên dîtin û faîlê dawîn bê darizandin em ê çalakiya xwe bi malbatan re bidomînin. Dema çalakiya me dest pê kir gelek dayik li vir bûn lê temenê gelekan ji wan têra veşartina hestiyên zarokên wan nekir. Em dixwazin dewlet guh bide dengê me û faîlan û kesên ku faîl parastine ceza bike.”

Di çalakiyê de çîroka Mehmet Gunkan ku di 18’ê Tebaxa 1994’an de hat windakirin hat xwendin û aqûbeta wî hat pirsîn. Rêveberê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan çîroka Gunkan xwend û ev tişt gotin: “Mehmet Gunkan ku keyayê gundê Derno yê navçeya Hênê ya Amedê bû, di sala 1994’an de mal û erdên wî dema operasyoneke leşkerî hatin şewitandin. Fermandarê ku bi navê ‘Malkoç’ tê zanîn û operasyonê bi rê ve dibe, ji Gurkan dixwaze ku hemû gundiyan li ber qerexê Dîcleyê kom bike. Di encama zextan de ji aliyê leşkeran ve êşkence li Gunkan û kesên kom kiriye tê kirin û gelek kes tên destgîrkirin û piştre tên berdan. Lê Gunkan piştî 7 rojan tê berdan. Êşkenceyeke giran li Gunkan tê kirin û piştî berdanê diçe bijîjk. Piştre bi Walî û Qaymeqam re hevdîtin dike û ji bo mexdûriyeta gundiyên xwe dikeve nav gelek hewldanan.”

Erdogan, destnîşan kir ku Gurkan li qereqolê bi zorê li helîkopterekê tê siwarkirin û careke din agahî jê nayê girtin û malbata wî ya li ser zextan koçî Edeneyê kiriye û 28 sal in nikarin ji Gunkan agahiyan bistînin.

Piştî xwendina çîroka Gunkan xizmên windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.