Di xwepêşandanên li Başûr de bi dehan kes hatin destgîrkirin

Bi dehan kesên bi banga Tevgera Nifşê Nû ji bo xwepêşandanên protestoyî hatin bal hev, li Hewler û Silêmaniyeyê hatin destgîrkirin.

Piştî xwepêşandanên protestoyî yên Tevgera Sadr 30’ê Tîrmehê li Iraqê li dijî nelirêtî û bêedaletiyê dest pê kirin, rêberê Tevgera Nifşê Nû Şaxsiwar Ebdulwahid jî roja Çarşemiyê banga protestokirinê li gelê Başûrê Kurdistanê kir. Bi banga Ebdulwahid li seranserê Başûrê Kurdistanê gel dest bi xwepêşandanên protestoyî kir.

Hat zanîn ku Hêzên Asayîşê, êrîşê xwepêşanderên li Hewlêr û Silêmaniyeyê kiriye û gelek jê destgîr kirine.

Rojnamevan Eyûb Elî Wertî yê xebatkarê kenala televizyonê ya KNN’ê, xebatkarên Televizyona NRT’ê Taîf Goran û Biryar Nêrweyî û berpirsek ji berpirsên Tevgera Nifşê Nû yê Duhokê Aram Hiseyn jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin destgîrkirin.