Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nobeta Malbata Şenyaşar didome

Berxwedana ku malbata Şenyaşar li hemberî AKP’yiyên ku qetlîam kiribû di roja 516’an de didome.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbatê di roja 516’an de jî berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê ambûlansa ku di êrişa 14’ê Hezîrana sala 2018’an de birîndar vediguhestin û rastî êrişê hatibû parve kir û ev peyam da: “Yên ku ji bo meqam û rayeyê li dijî vê zilmê bêdeng dimînin, bila sibe dema edalet pêk hat li cem me nesekinin. Hemû kesî heq da têkoşîna me ya edaletê. Edalet dereng ket lê wê pêk were.”