‘Hikûmeta Iraqê biryara boykotkirina malên Tirk bide em ê piştgiriya biryarê bikin’

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyeyê têkildarê boykota malên Tirk ên li Herêma Kurdistanê got ku ew wek ode, li benda hikûmeta Iraqê ne ku biryara boykotkirinê bide.

Li Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyeyê wezîra bi wekalet a bazirganiyê û Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed li ser pirsgirêkên kargehan civînek a çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de Wezîra Bazirganiyê ya bi Wekalet Kuwêstan Mihemed têkildarê pirsgirêkên kargehan de axivî û da zanîn ku wan raporek ji 28 xalan radestê desteya wezîran kiriye da ku pirsgirêkên kargehan bên çareserkirin. Her wiha got ku ji bo piştgiriya daxwazên wan jî wê li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê civînan li dar bixin.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed jî li ser pirsa nûçegihanê ajansa Rojnewsê ya di der barê boykot kirina kelûpelên Tirkî de got: “Hikûmeta Iraqê gilî destnîşan kiriye. Em li benda biryarek a siyasî ya hikûmeta Iraqê ne. Eger biryara boykotkirina kelûpelên Tirk bide, em ê li gor biryarê tevbigerin.”