HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 mobese hatin îmhakirin

HPG: Bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Di heman demê de çeperek û du pergalên kamerayê yên mobeseyê jî hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê çalakiyên hêzên me bênavber didome. Bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Di heman demê de çeperek û du pergalên kamerayê yên mobeseyê jî hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi çekên taktîk nukleer û kîmyewî, 20 caran bi balefirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê û di dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 5’ê Tebaxê saet di 06.50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî pergaleke kameraya mobeseyê ya dagirkeran hate îmhakirin.

Di 5’ê Tebaxê de saet di 11.20’an de dagirkeran dema ku xwestin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên kîmyewî bomberdûman bikin, bi sabotajê li wan hate xistin.

Di 5’ê Tebaxê de saet di 17.40’an de tîmên me yên bi tevger li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane. Di vê çalakiya hêzên me de 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên êrîşê û çekên giran qad bomberdûman kirine. Bi şev jî bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 6’ê Tebaxê de saet di 05.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin û çeper hate îmhakirin.

Di 6’ê Tebaxê de saet di 06.40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî  pergaleke kameraya mobeseyê ya dagirkeran hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 4’ê Tebaxê saet 18.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dan.

Di 5’ê Tebaxê danê nîvro de dagirkerên ku xwestin bi kepçe û wesayîtên zirxî ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

Di 6’ê Tebaxê saet 05.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Şehîd Şahan xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 5’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 5’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 5’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Çemço 5 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 5 û 6’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sacayê 12 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

Di 5’ê Tebaxê de Qadên Girê Şehîd Hawar û Sinînê yên Xakurkê û qadên Kanîsarkê û Gundê Gûzê yên Garê 8 caran bi balafirên şer bomberdûmankirin.

Di 5’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Werxelê 14 caran bi helîkopterên êrîşê bomberdûman kirin.

Di 4 û 5’ê Tebaxê de derdora Girê Azad a Metîna û Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, Şikefta Birîndara û Çemço bi dehan caran bi çekên giran, obus, hawan û tankan hatin bombekirin.”