Li Bane kolberek hat qetilkirin li Nodşe kolberek hat êşkencekirin

Hêzên Îranê sînorê li ser sînorê bajarê Bane kolberek qetilkirin û li sînorê Nodşe jî êşkence li kolberekê kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê îro li ser sînorê Sardav Sûrav a bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê gule li kolberê bi navê Hejar Ferecî reşandin. Di encamê de Ferecî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hat ragihandin ku li ser sînorê Nodşe yê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê kolberekê digirin û êşkence li wî dikin.