Sancar: Yên dibêjin qey wê bi dek û dolaban HDP’ê biqedinîn bila li vê qadê baş binihêrin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku hêza wan a şerê ku desthiltdarî dike, bi dawî bikin heye û wiha got: ‘’Werin em li dijî vî şerê yekîtiya herî mezin ava bikin. Divê em pergala şer û mêtinkariyê biguhêrin.’’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Qada Îstasyonê ya Amedê bi diruşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” mitîng li dar xist. Bi dehhezaran kes tev li mîtîngê bûn. Bi hezaran kesên bi cil û bergên Kurdî tevli mîtîngê bûn li ser hev diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de wiha axivî:‘’We dengê azadiyê û aştiyê anîn vê qadê. Tevî şertên zehmet û germahiya zêde we ev qad tije kir. Em ji bo azadî, aştî û edaletê li vê derê ne. Yên ku dibêjin qey wê HDP’ê bi dozên dek û dolaban tune bikin, bila li vê qadê baş binihêrin û vê vînê bibînin. Bila ji xwe şerm bikin, heke şerm nekin jî bila ji vê sekina bibiryar a gel bitirsin. Her ku hûn bimeşin, em ê ji bo hemû pirgirêkan çareseriyê bi pêş bixin. Soza me he ye, çareserî em in.

DESTHILATDARÎ BI ŞER XWE JI PÊYAN DIGIRE

Ev desthilatdarî, ji aliyekî ve welêt dişêlîne, ji aliyekî ve jî bi polîtîkayên talan û rantê pariyê nan ê gel dixwe û gel bêhtir xizan dike û terkê birçî bûyînê dike. Vê pergala kedxwariyê, xwe bi polîtîkaya şer ji pêyan digire. Em jî li dijî şer, xwedî li kedkarên vî welatî derdikevin û ji şer û kedxwariyê re dibêjin na.

JI BO DESTÛRA ŞER DERÎ BI DERÎ DIGERIN

Her ku desthilatdarî ji hev dikeve, serî li polîtîkaya şer dide. Ji ber polîtîkaya şer, Başûrê Kurdistanê veguherandin cihê şer. Niha jî planên êrîşên li dijî Rojava çêdikin. Ji bo ku vîna gelê Kurd a li wê derê têk bibin, derî bi derî digerin ku destûra şer bigirin. Lê belê bila baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku rê li ber vî şerî bigirin. Em xwedî wê siyasetê ne ku van milyonan bînin bal hev. Desthilatdarî, planên şer ên li dijî Bakur û Rojhilatê, ne ji ber ewlehiya neteweyî lê ji bo domandina desthilatdariya xwe dike.

BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR

Ev desthilatdarî têk diçe. Em ê îradeya we û îradeya gelên Tirkiyeyê, ya bindest û kedkaran bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ew e ku nebin parçeyek ê planên şer. Ji bo pûç kirina van planan, werin em bi hev re têbikoşin. Banga min li partiyên din ên mixalefetê jî ev e; heke bi rastî em bi qasê serê derziyê demokrasiyê bixwazin, divê em hay ji van planan hebin. Nexwe heke bi desthilatdariyê re bikevin pêşbirka nijadperestiyê, hingê wê demokrasî li vî welatî çênebe û welêt ji krîzê xelas nebe. Partiyek a li ber polîtîkaya şer a desthilatdariyê ranebe, wê nekare demokrasiyê bîne vî welatî. Em dibêjin werin li dijî em bi hev re eniyek a mezin ava bikin û vê vînê nîşan bidin. Divê em vê pergala şer û kedxwariyê biguhêrin. Lewma em, tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Diyariya herî mezin ku em bikarin bidin vî welatî, aştî ye.

EM Ê SIYASETA DEMOKRATÎK JI PÊYAN BIGIRIN

Weke HDP’ê soza me ya aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî gava herî giring, girtina ber li polîtîkaya şer e. Ji bo aştiyê em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji bo parastina aştiyê jî em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Polîtîkayên şer hiqûqê têk dibin. Polîtîkaya şer, stargehên desthilatdariyên tirsonek in. Aştî jî bi wêrekiya kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêkan e. Wêrektiya herî mezin jî têkoşîna ji bo aştî û azadiyê ye.

JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ OCALAN BIKARE ROLA XWE BILÎZE

Em ê astengiyên li ber aştiyê rabikin. Ev 40 sal in li vî welatî şer heye. Ev 100 sal in ku pirsgirêka Kurd heye. Heta şer neyê bidawîkirin, çareserî bi pêş nakeve. Em ê vî şerî bi dawî bikin. Ocalan 3 sal berê li Îmraliyê ji parêzerên xwe re got; ‘’Ez dikarim vî şerî bi dawî bikim.’ Armanca tecrîda ku ev 20 sal in didome ew e ku Ocalan nekare rola xwe ya ji bo bidawîkirina şer bilîze. Domandina tecrîdê, israra di polîtîkaya şer û neçareseriyê de ye. Ji bo aştî û çareseriyê divê ev tecrîd teqez were bidawîkirin û şert û mercên ku Ocalan bikare rola xwe bilîze bên amadekirin. Weke HDP’ê em ê ji bo vê rola xwe bilîzin.

EM XWEDÎ GOTIN Û HÊZ IN

Em xwedî gotin û hêza pêk anînê ne. Em xwedî tecrûbeyek a bi salan in. Em hewil didin liyaqê bedelên gelê me dane, yên hevalên me dane û yên niha hevalên me li girtîgehan didin bin. Ji bilî vê tu armanc, derd û hesabên me tu nîn in. Em komarek a demokratîk ava bikin bes e. Em xwedî wê hêzê ne ku vê pêk bînin. Çareserî em in, çareserî bi me re ye. Heta em ber li şer negirin em ê nekarin vê pergala kedxwariyê bi dawî bikin.”

Piştî axaftina Sancar, hunermend Mûrat, derket ser dikê û girseyê li ber stranên wî govend girt.