KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPS'ê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Avyan Efrîn a YPS'ê ji bo pîrozkirina Pêngava 15'ê Tebaxê bi fîşekên hewayî çalakî kir. -
KNK: Li seranserê Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê berxwedaneke bêhempa tê meşandin
KNK'ê salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Li seranserê Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê berxwedaneke xurt û bêhempa tê meşandin." -
Moînî: Hevalê Rêzan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî destnîşan kir, ku Rêzan Cawîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, yek ji şoreşgerên pêşeng bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir û got, "Dijmin wê ti carî li pêşiya Tevgera Azadiyê nikaribe bibe asteng." -
Berî û piştî 15'ê Tebaxa 1984'an çi qewimîn?
Pêngava 15'ê Tebaxê ku li Kurdistanê hişyariyeke nû bi xwe re anî, di nava şert û mercên giran û nebûna derfetan de ji aliyê kadroyên PKK'ê ve hate kirin. Me panoramaya bûyerên berî û piştî 15'ê Tebaxa 1984'an ji bo we berhev kir. -
Li Kerkûkê bi boneya 15’ê Tebaxê semînarek hat dayîn
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 38. Salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê semînarek hat dayîn. Di semînarê de bal hat kişandin li ser tevger û şoreşên Kurdan û qonaxên tevgera azadiya Kurdistanê. -
Li Merdînê ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edeletê hat lidarxistin
Xizmên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê, ji bo azadiya girtiyên nexweş Nobeta Edeletê girtin. -
Li Seqizê jîngehparêzek hat girtin
Li bajarê Seqizê jîngehparêzek ji aliyê dewleta Îranê hat girtin. -
Çalakiyên pîrozkirina Pêngava 15'ê Tebaxê: 10 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, kozikek, kamerayek û mobesseyeke dagirkeran hatin îmhakirin. -
Komalên Ciwan: Em bang li ciwanan dikin ku bibin mîna Egîdan
Komalên Ciwan 15'ê Tebaxê silav kirin û gotin, "Ruhê pêngavê zindî ye. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di şerê serketinê de bibin mîna Egîdan." -
Girtiyê nexweş 10 roj beriya bê berdan, hate qetilkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran û astengdar Îbrahîm Yildirim 10 roj beriya bê berdan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê hate qetilkirin. -
'HDP bi gel re ye, di nava gel de ye'
Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr destnîşan kir ku HDP’ê bi gel re ye, di nava gel de ye û anî ziman ku ew karên xwe hemûyî bi gel re dikin. -
YBŞ û YJŞ'ê şehîdên Tebaxê bi bîr anîn
Fermandarê YBŞ'ê Tîrêj Şengalî li merasîma ji bo bîranîna şehîdên Tebaxê axivî û got, "Ji bo parastina gelê me çi pêwîst be em ê wê bikin." -
'Fîşeka yekem ji bo gelê Kurd bû mîna teqîneke mezin'
Şiyar Şevger: Fîşeka yekem ji bo gelê Kurd bû mîna teqîneke mezin. Ji ber ku di roja 15’ê Tebaxê de hêviyek mezin çêbû. Heta vê demê jî dengê wê teqînê li ser serê dewleta Tirk a dagirker xofeke mezin e. -
Dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk ên desteserkirî hate weşandin
Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk weşand, ku 3'ê Tebaxê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîla de hatin desteserkirin. -
YPS'ê li bazirganên narkotîkê xist
YPS'ê li Amedê li dijî bazirganên narkotîkê çalakiyeke bombeyî lidar xist. -
PAJK: Ruhê 15'ê Tebaxê li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne
PAJK: Ruhê 15'ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne. Jin û mêr ên Kurd ên xwe bi egîdî xemilandine, rê nadin dagirkeriyê. Pêngava 15'ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê mezin dibe, bi soza azadiyê ber bi serketinê ve diçe. -
YBŞ: Di şopa Mam Zekî û Seîdan de wê xweseriya Şengalê misoger bibe
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê 15’ê Tebaxê pîroz kir û şehîd Mam Zekî Şengalî û Seîd Hesen di salvegerên wan de bibîr anî û ragihand; “Emê bi tifaqiyeke civakî ve xeyal û armancên fedaiyên xwe demildest pêk bînîn.” -
Dêrsim: Şerê gerîla yê sedsala 21’an ev e
Fermandar Bawer Dersim anî ziman ku gerîlatiyeke bêhempa tê kirin û bi rêbaza lêdanê, biryardarî, dilsozî û encamgiriyê, gerîlatiya sedsala 21'ê tê meşandin. -
‘Li hevkirineke veşartî ya hikumeta Iraqê bi Tirkiyê re heye’
Çavdêrê Siyasî Hîwa Hesen: Helwestên hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşên Tirkiyê tenê ji bo razîkirina kolana Iraqî ye.” -
Xelkê Êzidî piştî fermana 73'an xwe bi rêxistin kir
Di ser Komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir re 15 sal derbas bûn ku nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê birîna xelkê Êzidî mîna roja destpêkê teze ne. Êzidiyan piştî fermana 73'an a 3'ê Tebaxa 2014'an xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî îrade. -
Gerîla: Yên ku gotin 'Em ê biqedînin' ew bi xwe qediyan
Gerîlaya YJA Starê Eylem Cûdî diyar kir ku gel bi saya gerîla, gerîla jî bi saya gel hene. Gerîlayê HPG'ê Husên Azad jî got, "Yên ku digotin wê di nava 72 saetan de biqedin, bi xwe qediyan." -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bombe dike
Hate ragihandin artêşa Tirk a dagirker bi top û hawanan derdora gundê Sikrî yê Amêdiyê ya Duhokê bombe dike. -
Karayilan: Gerîla dîrokê dinivîsîne
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan, bi wesîleya 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gerîlayan axivî û diyar kir ku gerîla li Zap, Metîna û Avaşînê dîrok nivîsandin û dewleta Tirk derbeyên herî mezin ên dîroka xwe li Başûrê Kurdistanê xwariye. -
Çar dagirker hatin cezakirin, sê pergalên kamerayê hatin rûxandin
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin de 4 dagirker hatine cezakirin û 3 pergalên kamerayan hatine rûxandin. -
Milîsên HBDH’ê li çayxaneya bazirganê maddeyên hişber da
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê li Amedê li çayxaneya bazirganê maddeyên hişber da.