Hêzên PDK’ê li Hewlêrê rojnamevanekî din jî destgîr kir

Hêzên PDK’ê li Hewlêrê rojnamevan Eyûb Elî Wertî destgîr kirin.

Rojnamevan Eyûb Elî Wertî ku rojên derbasbûyî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû destgîrkirin, careke din li Hewlêrê hat destgîrkirin.

Nûçegihanê televziyona KNN’ê Eyûb Elî Wertî, li Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat destgîrkirin.

Sedema destgîrkirina Elî naye zanîn.

 Eyûb Elî Wertî, ji ber dosyayekî ku di 18’ê Tirmehê 2022’an de amade kiribû û di qenala KNN’ê de hatibû weşandin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû kelepçekirin û destgîrkirin.

Hêzên PDK’ê duh êvarê jî, xebatkarên Televîzyona NRT’ê rojnamevan Letîf Goran û Biryar Nêrweyî û berpirsê Tevgera Nifşê Nû ya Dihokê revandibû.