‘Eger grev bidome, wê metirsî li ser jiyana wan çêbibe’

Desteya Mafê Mirovan serdana girtiyên Behdînan ên li Hewlêrê kir û da zanîn ku eger greva birçîbûnê bidome, wê metirsî li ser jiyan û tenduristiya wan çêbibe.

Serokê Desteya Mafê Mirovan Muna Yaqu bi şandeyekê re serdana girtiyên ku li Girtîgeha Çaksazî ya Gewranî ya Hewlêrê kir.

Şandeyê têkildarî serdanê daxuyaniyek da. Şandeyê da zanîn ku rewşa girtiyan niha di cih de ye, lê eger greva birçîbûnê dom bike wê ji bo tenduristiya wan bi xeter be. Her wiha şandeyê ragihand ku girtiyan ji ber nebûna bijîşkên pispor gazinde dikirin û destnîşan kir ku wê ev mijar bi Wezareta Tenduristiyê re bê nîqaşkirin.

Şandeyê diyar kir ku daxwaza hinek girtiyan a berdan bi merc hebû û wê ev mijar jî bi Serokatiya Serdozgeriya Giştî û Encûmena Dadwerî re bê nîqaşkirin.