Malbata Şenyaşar: Bila daxwazên me yên mirovî werin bicihanîn

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîn, xwest ku êdî daxwazên wan ên mirovî û huqûqî werin bicihanîn.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. 

Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja 517'an de ye. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, Nobeta Edeletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got:  “Ev 4 sale em têdikoşin. Hikûmet û dewlet jî baş dizanin ku em di doza xwe de mafdarin. Êdî bese, bila daxwazên me yên mirovî û hiqûqî neyên taloqkirin.”