Li Amedê mîtinga bi deh hezaran destpê kir

Mîtinga HDP’ê ya ku bi dirûşmeya “Çareserî em in” li Qada Îstasyonê lidar xistî, bi ruxmê provokasyonên polîsan bi sirûda “Çerxa Şoreşê” destpê kir. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulistan Atasoy wiha got: “Amed hêviya demokrasiyê ye, sekeftin bi xwe ye.”

Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li Qada Îstasyon a Amedê tê lidarxistin, bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li gel ku hewa gelek germe jî ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes tevlî mitîngê bû.

Di mitîngê de wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz biaxivin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, TUHAD-FED, Komeleya Jinan a Rosayê, OHD, ÎHD, DÎK, GOÇ-DER, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya 78’an jî tevlî mitîngê bûn.

BI DIRÛŞMEYA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’ BERSIVA POLÎSAN DAN

Li Qada Îstasyonê ku bi dehhezaran kes lê kom bûne, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.

Her çend ku polîsan xwestibin destwerdanê li pergala deng bikin jî girseyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kir.

Polîsan dest danîn ser posterê Aysel Tugluk. Li ser vê yekê di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan bertek nîşanî polîsan da û da zanîn ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li pey provakasyonan e. Ocalan, xwest ku polîs xwe paşve vekişînin.

DERFETÊN ÇARESERIYÊ HENE

Piştî provakasyona polîsan jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Şîrîn Şehîr axaftina destpêkê kir. Şehîr da zanîn ku niha yek jê mezintirîn krîzên dîrokê tê jiyîn û wiha got: “Derfetên çareseriyê herî mezin niha di roja me de hene. Em ji hezaran azadîxwazên li vê qadê re dibêjin ku çareserî em in.”

VAYE QAD, VAYE GEL

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Daxwaza azadiyê, hestekî ew qas xurt e ku tu tişt nikare xwe li pêşiya wê bigire. Vaye îspata vê ya herî mezin jî Qada Îstasyonê ye. Amed dîsa dîrokê dinivîse. Derseke baş didin kesên ku hêviya xwe girêdayî şer, dijminatiya jinan û tecrîdê kirine. Her bijî Amed. Wê encamekî ji polîtîkaya şer negirin. Zext wê nekarin me ji rêya me bikin. Gelê Amedê derseke baş dide kesên ku heta niha ev îrade fêm nekirine. Eger we heta niha fêm nekiribe vaye ji we re qad, vaye ji we re gel. Amed hêviya demokrasiyê ye, navê serkeftinê bi xwe ye.”