Li Merîwan û Sine 2 jîngehparêz hatin destgîrkirin

Hat zanîn ku çalakvanek jîngehparêziyê li Sine û yek jî li Merîwanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin. Têkildarê aqûbeta wan tu agahî nayê standin.

Girtin, destgîrkirin, qetilkirin û zexta sîstematîk a hêzên dewleta Îranê ya li ser giştî û bi taybetî çalakvanên mafê mirov, sivîl, jîngeparêz û welatparêz û kolberan bênavber didome û ji ber bêdengî û bê helwestiya raya giştî ya cîhanê ya li beramberî wan kiryarên Îranê, her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî tor û dezgehên mafê mirovan û jîngehparêzan ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, roja 2’ê Tebaxê çalakê jîngehparêz ê bi navê Newîd Konepûşî yê ji bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê îdareya Îttîlaatê ya Îranê hatiye vexwandin û li wir hatiye destgîrkirin.

Her wiha hat hînbûn ku çalakvaneke din ê xelkê Sine yê bi navê Aram Efzelî jî heftiyek beriya niha ji aliyê hêzên Îttîlaata Sipahê ya Îranê ve hatiye destgîrkirin.

Têkildarê rewşa her du çalakvanan bê ka ji ber çi hatine destgîrkirin û cihê lê hatine rakirin ti agahî nehatiye bidest xistin.