Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê çalakiyek kir

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê ragihand ku wan Ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê rêya trafîkê ya Amed-Rihayê girtin û li dijî Tirek a kesekê piştgiriyê dide rejîma faşîst çalakiyek a sabotayê kir.

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên Tevgera Şoreşger a Yekîtiya Gelan (HBDH) ragihand ku wan di 6’ê Tebaxê de li derdora saet 04.00’an, rêya trafîkê ya Amed û Rihayê girtine û li dijî TIR’a ayîdê şîrketek taybet a ku piştevanê rejîma faşîst e, çalakiyek a sabotajê lidar xistine.

Di daxuyaniya hatî dayîn dewiha hate gotin:

“Di encama çalakiyê de TIR bi temamî şewitiye, milîsên me wekî ku plankirîn bi awayek serkeftî ji qada çalakiyê dûr ketine. Di vê dema ku dagirkerî û mêtingerî zêde bûye de, 2022’ê 15’ê Tebaxê pêşwazî kiriye. Soza me ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê ye ku di rêya Fermandar Egîd de meşiyane, wê rojê serkeftin ava kirine û îro ev mîrate mezin kirine, serkeftin e. Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê, vejîna hemû gelan e. Divê hemû kes îro di vê berxwedanê de cih bigire, ala şoreşgeriyê ya hevgirtî bilind bike.”