Kesê li Mexmûrê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket

Ji şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû, şehîd ket.

Dewleta Tirk a dagirker îro danê nîvro bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê.

Bombardûman li maleke li navenda wargehê hate kirin.

Di encamê de ji şêniyên Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê li malê bi giranî birîndar bû.

Şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd bi lez û bez rakirin nexweşxaneya Geyareyê, lê belê ji ber birîna wî giran bû, di rê de jiyana xwe ji dest da.

Xelkê wargeha Mexmûrê dakete qadan û li ber êrîşê rabû. Tê payin ku Meclîsa Gel a Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.