Hestiyên Arslan piştî 7 salan xistin tûrikekî û dan destê bavê wî

Hestiyên Hakan Arslan ê ku di sala 2015’an de Sûrê ya Amedê di dema terora dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan bi rengekî ji derveyî mirovahiyê radestî bavê wî hate kirin.

Hestiyên Hakan Arslan ê di dema qedexeya derketina derve de di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê bi şerê dewleta Tirk re jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin. 

Hestiyên ku di mijdara 2021’an de hatin diyarkirin ku ji sedî 95 aydê Hakan Arslan in ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya Amedê. 

Hestiyên Arslan ên roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê ji wê rojê were li odeya dozgerê ku bi dosyayê ve mijûl dibe dihate sekinandin. 

Bav Alî Riza Arslan ku li ser agahdarkirinê ji Erziromê hate Amedê, çû Edliyeya Amedê. Hestiyên kurê Arslan di tûrikekê de radestî wî kirin.

Bav Alî Riza Arslan, ber bi Erziromê ve bi rê ket ku wê hestiyên kurê xwe lê veşêre.