Endamê Encûmena Tevgera Azadî Sohêl Xorşîd hate qetilkirin

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji aliyê kes/kesên nediyar ve li ber mala xwe ya li navçeya Kifrî hate qetilkirin.

Kêmek beriya niha endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sohêl Xorşîd ku weke Mamosta Şemal tê naskirin ji aliyê çend çekdarên nenas ve li ber mala xwe ya li Kifrî hate gulebaran kirin û şehîd bû.

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên têkildarê vê bûyerê ji ANF’ê re got, "Bê guman ev êrîşa li ser Mamosta Şemal hate kirin terorîstî ye. Ji ber ku mamosta di jiyana xwe de ti ziyaneke xwe ji bo kesî nebûye û ti pirsgirêkeke xwe yê civakî tune bûye."

Hat hînbûn ku cenazeyê Mamosta Şemal rakirine tiba edlî ya Kelarê.

Mamsota Şemal nivîskar û dîroknas û di heman demê de xebatkarê Buroya Çandiniyê ya Kifrî bû.