Ji bo kûleya leşkerî berê xweza hate talankirin piştre jî rêya asfalt hate çêkirin

Dewleta Tirk li gundê Hesena yê Silopiya Şirnexê ji bo çêkirina kûleya leşkerî berê dar hatin talankirin û piştre jî rê asfalt kir.

Li gundê Hesena yê li Çiyayê Cûdiyê ji meha Tîrmehê ve gelek dar hatin talankirin. Piştre jî ji bo leşker û cerdevanan kûle hatin çêkirin. Piştî ku kûle hate çêkirin, rêya ku xerabe bû jî hate asfaltkirin.

Rêya bi qasî 10 kîlometreyan di nava demeke kin de ji aliyê Midûriyeta Rê û Veguheztinê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê ve hate asfaltkirin.

Li gundê Hesene Suryan dijiyan û ev gund di salên 1990’î de bi hinceta ‘ewlekariyê’ bi darê zorê hatibû valakirin, Suryanên li gund jî neçar mabûn koçî welatên Ewropayê bikin.

Heta serê sala 2000’î ev qedexe domiya. Piştî ku qedexeya li gund hate rakirin, hinek Suryan vegeriyabûn û gundê xwe ji nû ve ava kiribûn.