Rêjeya xizaniya li Başûrê Kurdistanê hat aşkerekirin
Berdevkê Wezareta Plankirinê ya Iraqê Ebdulzahir Hindawî da zanîn ku rêjeya xizaniyê li Iraqê ji sedî 31, li Başûrê Kurdistanê jî ji sedî 12 e.
Berdevkê Wezareta Plankirinê ya Iraqê Ebdulzahir Hindawî da zanîn ku rêjeya xizaniyê li Iraqê ji sedî 31, li Başûrê Kurdistanê jî ji sedî 12 e.
Berdevkê Wezareta Plankirinê ya Iraqê Ebdulzahir Hindawî di bernameyek ya televziyonê de li ser rêjeya xizaniyê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê axivi. Hindawî got ku şewba koronayê bûye sedema zêdebûyîna rêjeya xizaniyê.
Hindawî anî ziman ku rêjeya xizaniyê ya herî kêm ji sedî 12, herî zêde ji sedî 41 li Kerkûkê ye.