Burhan: Projeya Sedr li ser neteweyên kêmhejmar metirsî ye

Çavdêrê Siyasî Pêşeng Şêx Burhan bal kişande ser projeya Sedr a guhertina destûra Iraqê û got, “Guhertina destûrê metirsî ye li ser mafê gelê Kurd li Iraqê û pêwîste Kurd ji bo destxistina mafên xwe li Bexdayê yekgirtî be.”

Hilbijartinên pêşwext a li Iraqê pêkhat, êzî 10 meh li pey xwe hişt, lê ji ber nakokiyên eşîrî, siyasî, rayeyî û desthilat hîn jî li Iraqê ji bo damezrandina hikumeta nû ti gavek nehatiye avêtin. Berê li Iraqê tenê di navbera 3 pêkhateyên Kurd, Ereb û Sunneyan de nakokî hebû, lê tevî wan hemû nakokiyan jî lihevkirinek çêdibû û bi rengekî hikumet dihat avakirin. Lê rewşa vê carê rewşa ber sekeratê bûyîna Iraqê cudatire. Ji ber ku vê carê nava mala Şîe dikele û ew jî li qada siyasî ya Iraqê de bûye pirsgirêkekî bê çareserî.

Ji ber rewşa heyî niha parlemento betal bûye, hikumeta cîbicîkar jî bangor û ototîteya xwe ya îdarî nemaye, Şîe li Iraqê bûne du beş ku beşek girêdayî Îranê û beşa din jî girêdayî Sedr û alîgirên wî zêdetirê ji niviya Bexdayê xistine bin kontrola xwe, alîgirên Çarçoveya Hemahengî jî bi heman awayî di bin navê parastina sazî û dezgehên fermî yên hikumetê hewl didin niviya din a mayî kontrol bikin.

Li gorî çavdêran armanca Sedir damezrandina navendeke merceiyetê ya nû ji bo Şîeyan li Iraqê ye û dixwaze bandora merceiyetî ya Qom (bajareke Îranê ye ku weke navenda merceiyetê ya Şîeyên desthiltê yên Îranê tê zanîn) nehêle û xwe bike merceiyeta nû ya Şîe li Iraqê.

Di nava van rageşiyên siyasî de Kurd jî tevî nakokiyên her du partiyên desthilat ên li ser pile û rayeyê, hizbên Kurdî li rewşa Bexda temaşe dikin û çavdêriya rewşê dikin da ku bizanin bera bûyeran ber bi kuderê ve diçe û maf û îmtiyazên xwe çawa di nava rewşê de dibîne yên Sunne jî bi heman rengî tenê li rewşê temaşe dikin.

Çavdêrê Siyasî yê Kerkûkî Pêşeng Şêx Burhan têkildarê rewşa siyasî ya Iraqê, senaryo û dibetiyên rageşiya di nava mala Şîe de, metirsiyên li ser pêşeroja pêvajoya siyasî li Iraqê, rola Kurd a di vê rewşa hestyar û metirsîdar a Iraqê de, yekgirtina Kurdan a ji bo destxistina mafê gelê Kurd û çend pirsên din ji ANF’ê re axivî.

‘PROJEYA SEDR JI HÊLA ALIYAN VE NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Şêx Burhan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rewşa siyasî ya Iraqê ber bi tuneleke tarî ve diçe û got, “Niha jî Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bi projeyekê ve hatiye meydanê ku ti aliyek wê qebûl nake. Projeya Sedr nayê qebûlkirin, ji ber ku daxwaz dike hemû aliyên siyasî yên Iraqê ji şanoya siyasî ya Iraqê derkevin û tenê bi xwe hikmê bike. Ev yek jî karekî zehmet e, ji ber ku her aliyek hêz xwe ya çekdar heye û ji aliyê welatên herêmî ve piştevaniya wan tê kirin.”

‘MERCEIYET LI PÊŞIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ YA LI IRAQÊ ASTENG E’

Şêx Burhan di dewamê de bal kişande ser senaryoyên muhtemel ên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê û ragihand; “Niha li pêşberê Iraqê çend senaryo hene ku ya yekemînê wan senaryoya şereke çekdarî ya ji ber aliyên di nava rageşiya siyasî de ne xwedî hêzeke çek û çekdarî ne ye, lê îhtîmala qewimîna şerê çekdarî lewaz e, ji ber ku merceiyeta Şîe li Iraqê li pêşiya şerê çekdarî astenge. Senaryoya duyemîn jî hilweşandina parlementoyê ya bi koma dengê parlementeran e, ji ber ku li gorî yasayê tenê parlemento dikare xwe hilweşîne, piştre hikumeteke cîbicîkar ava bike û tê pêşbînîkirin ku wê meha 11 ya sala 2023’an hilbijartina parlementoyê bê kirin.”

‘ÎHTÎMALA DARBEYA LEŞKERÎ HEYE KU IRAQÊ BIKE SÊ FEDERALÎ’

Çavdêrê Siyasî Şêx Burhan di beşek din a nirxandinên xwe de destnîşan kir ku eger lihevkirin çareseriyekê ji bo xetimîna rewşa siyasî ya Iraqê peyda neke dibe ku darbeya leşkerî li Iraqê çêbibe û wiha pêde çû; “Îhtîmala darbeya leşkerî li Iraqê heye ku ev jî dibe sedemê parçebûna Iraqê li ser sê herêmên federalî; Herêma Kurdistanê heye û eger darbeya leşkerî li Iraqê çêbibe wê Herêma Sunne û Şîe jî çêbibin.”

‘PROJEYA SEDR JI BO NETEWEYÊN KÊMHEJMAR METIRSÎ YE’

Şêx Burhan îşaret bi projeya Sedr a damezrandina pergala desthilatdariyê ya takekesî û hilweşandina lihevkirina di navbera pêkhateyên Iraqê de kir û got, “Eger projeya Sedr li welatên pêşketî û demokratîk bibûya pir baş dibû, lê li welateke pir netewe û bîr û baweriyên cuda weke Iraqê projeya Sedr metirsiyeke mezine li ser neteweyên kêmhejmar. Her wiha projeya Sedr metirsiye li ser Herêma Kurdistanê û mafê gelê Kurd li Iraqê, ji ber ku mafê destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê binpê dike.”

‘GUHERTINA DESTÛRÊ METIRIYE LI SER MAFÊ KURD’

Pêşeng Şêx Burhan ê Kerkûkî wiha behsa metirsiyên daxwaza guhertina destûrê ya ji aliyê Sedr kir; “Sedr daxwaza guhertina destûrê dike, lê bi guhertina destûr re ev yek metirsiye, ji ber ku eger destûr bê guhertin wê çi bi serê madeyek weke madeya 140 bê. Mixabin aliyeke desthilatê Kurdî (PDK) ku nizanim bê ka çawa ketine nava projeya Sedr ku niha Sedr bi xwe amade nîne bi wan re birûnê, zelal nîne bê ka Sedr piştevaniya kîjan aliyê dike û dixwaze xwe bike merceiyeta bilind li Iraqê.”

‘WÊ BIBE SEDEMÊ BÊ ÎSTÎQRARIYA SIYASÎ Û ABORÎ’

Di derbarê rola aliyên Kurdî a di rewşa nihayî ya Iraqê de Şêx Burhan ev tişt anîn ziman; “Divê Kurd di vê rageşiya di nava mala Şîe de bê alî be, eger derfet hebe ji bo gihîştina çareseriyê hewl bide aliyan li ser maseya danûstandinê kom bike. Ji ber ku her şerê li Iraqê biqewime wê bibe sedemê bê îstîqrariya siyasî û aborî ku di encamê de jî welatiyên bê tawan wê berdêla wê bidin û zirar bibînin. Divê aliyên Kurdî bi yek paketê û yekdengî biçin danûstandinên siyasî li Bexdayê, lê mixabin niha jî vê nabînin û her aliyeke Kurdî ji bo berjewendiyên xwe bi aliyê siyasî yên Iraqê re civiyane.”

‘ENCAMA ALÎGIRIYA ALIYEKE ŞÎE WÊ XIRAB BE’

Şêx Burhan her wiha bal kişande ser rola Kurdan a di rewşa niha li Iraqê heyî de û diyar kir; “Li gorî hemû çavdêran diviyabû Kurd bi awayeke yekgirtî û bi yek paketî tevlê civînên Bexdayê bibûyan û şertên xwe hebûyan. Di encama rewşa niha ku nava mala Şîe belave ye, Sunneyan mafê xwe wergirt ku serokatiya parlementoyê bû, niha pêwîste wê derfetê ji bo destxistina mafê xwe bikar bînin. Eger Kurd di şerê Şîe-Şîe de alîgiriyê bike wê encamê xwe xirab be û wê bi ser Kurdan de hilweşe.”

‘PÊWÎSTE KURD YEKGIRTÎ BIN’

Çavdêrê Siyasî yê ji bajarê Kerkûkê Pêşeng Şêx Burhan axaftina xwe bi vê peyama ku ji aliyê Kurdî re şand bi dawî kir; “Peyama min ji bo pêşeng û rayedarên desthilata Kurdî eve ku vê carê jî Kurd ber bi tuneleke tarî ve nebin, pêwîste hizbên Kurdî ji bo yekgirtiniya nav mala Kurdî ji beşek berjevendiyên xwe gav paşve bavêjin û danûstandin û lihevkirinan çêbikin da ku bikarin bi yek paketî biçin Bexdayê û mafê Kurd ne bi temamî girêdayî Bexdayê ye. Ne yekgirtîbûna Kurd a li Bexdayê di zirara gelê Kurd de ye, her wiha eger bi yek paketê neçin Bexdayê wê desthilata siyasî ya li herêma Kurdistanê bi krîzeke mezintir û kûrttir ji ya heyî re wê rû bi rû bê. Wê demê metirsî wê li ser hebûna statuya herêma Kurdistanê çêbibe.”