Tevgera Azadî: Dewleta Tirk Mamoste Şemal qetil kir

Hevserokatiya Tevgera Azadî ragihand ku Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Azadî Mamoste Şemal bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan, hatiye qetilkirin.

Îro Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz ku weke Mamosta Şemal dihat nasîn û di heman demê de nivîskar û dîroknas bû, dema ji kar vedigeriya mala xwe ya li Kifriyê, rastî êrîşeke çekdarî hat û şehîd bû.

Di der barê êrîşa li ser Suheyl Xurşîd Hevserokatiya Tevgera Azadî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Tevgera Azadî de wiha hat gotin;

“Hevrêyê hêja Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamosta Şemal li ber derê mala xwe ya li navçeya Kifrî hat qetilkirin. Bê guman ev êrîş û destdirêjiyên li ser tevgera me wê bê bersiv nemînin.

Mamosta Şemal ji bilî ku erk û berpirsyartiyên xwe yên siyasî wek endamekê fedekar û kedkar ê Tevgera Azadî bû, di heman demê de nivîskar, dîroknas, erdnîgarînas û karmendê saziya çandiniyê ya Kifriyê bû. Cihê xizmeta wî ya bê sînor li ber çavan e, Heval Xurşîd tu pirsgirêkeke wî ya di warê jiyanî û civakî de nîn bû. Ev bûyera terorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hevkariya xayînên navxwe pêk hatiye.

Ev bûyera terorê û bûyerên din ên terorê wê yekê nîşan didin ku dijminên gelê Kurd û azadîxwazan bi awayekê serbest kiryarên xwe yên terorîstî pêk tînin. Erka dîtin û aşkerekirina kujerê Mamosta Şemal di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistan, asayîş û saziyên ewlehiyê yên Germiyanê de ye. Pêwist e demildest kujer werin aşkerekirin û girtin. Ji bo vê yekê jî em ê hemû erkên hevrêtiyê, exlaqî û wijdanî bi cih bînin.

Em bang li azadîxwazan, gelê welatparêz û aliyên demokratîk dikin ku xwedî li şehîdê xwe derbikevin. Ger bi hev re li şehîdan xwedî dernekevin wê ev kiryarên terorê her roj li ber derê azadîxwazekî pêk were. Em soz didin ku ji bo xeyal û armancên şehîdan, xebata xwe bidomînin. Em soz didin ku wê bedelê xwîna hevalê me giran be.“