PDK li Zapê rê ji artêşa Tirk re çêdike

Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî gerîla têk çûye. Di rewşeke wiha de hate ragihandin ku PDK li rojavayê Zapê di navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê de bi kepçeyan rê ji artêşa Tirk re çêdike.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 14'ê Nîsanê û vir ve dewam dikin.

Hêzên dagirker ku li Zapê xitimî ne, di 24'ê Gulanê de windahiyên giran dan. Li ser vê yekê dagirkeran şeva 26'ê Gulanê êrîşên xwe ber bi rojavayê Zapê ve berfireh kirin.

Ji hingî ve li rojavayê Zapê li Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê di navbera artêşa Tirk û gerîla de şerekî giran diqewime.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin wergirtin, artêşa Tirk bi 4 helîkopteran bi sedan leşker li van qadan danî.

Cenazeyên gelek leşkeran û alavên leşkerî jî ketin bin kontrola gerîla.

Li gorî agahiyên dawî, hêzên PDK'ê careke din bi hawara dewleta Tirk ve çû ku leşkerên vê dewletê xitimî ne.

Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê 27'ê Tebaxê li navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê dest bi çêkirina rêyekê kirine.

Di van dîmenan de ku 27'ê Tebaxê hatin kişandin, tê dîtin ku hêzên PDK'ê bi 2 kepçeyên mezin, 2 bûldozer û 5 wesayitan ber bi qada berxwedanê ve rê çêdike.

Çêkirina vê rêyê weke xizmetek ji bo artêşa Tirk tê dîtin ku ji bejahî ve nikare xwe bigihîne vê qadê û ji hewayî jî nikare xwe bi hêsanî li qadê deyne û bi pêş ve biçe.