Kurê mamosta Şemal: Êrîş ji aliyê MÎT’ê ve hate kirin

Kurê mamosta Şemal ku di 28’ê Tebaxê de li ber derê mala xwe hate qetilkirin, diyar kir ku êrîş ji aliyê MÎT a dewleta Tirk ve bi alîkariya sîxuran pêk hatiye.

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), di 28’ê Tebaxê de li ber derê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin.

Ji bo mamosta Şemal li Kifriyê konê sersaxiyê hate danîn, xelk kom bi kom serdana konê dikin. Kurê mamosta Şemal, Renc Suheyl ji Rojnews re axivî û got; “Duh di saet 12:30’an de piştî bavê min ji dewama xwe ya kar vedigeriya mal, du kesên ku berê bavê min şopandibûn, li ber derê mala me gule lê barandin û şehîdxistin.”

Renc Suheyl destnîşankir ku êrişa terorî ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk ve bi alîkariya sîxuran pêkhatiye. Derbarê nasnameya kujeran de jî Renc got; “Aliyên peywendîdar hewl didin gunehbaran bigrin, lê kesên bûyer pêkanîne vî sînorî terkirine. Heya niha kes nehatiye girtin jî.”

Renc di dewama axaftina xwe de got ku ew weke malbat bi bavê xwe re serbilindin, dema jiyan dikir, cihê kêfxweşiyê bû lê, niha sed qat ji bo wan cihê şanaziyê ye.