Li Salona Xak a Silêmaniyê bi panelek ku gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedar lê amade bûn, encama dawîn a kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorîst“ hat eşkerekirin. Piştî aşkerekirina encama kampanyayê, panelê li ser mijarên girêdayî destûra bingehîn a Tirkiye û xistina nav lîsteya terorê ya PKK’ê dewam kir.
Ewilî Mamostayê Zanîngehê Şoreş Hesen li ser mijara ‘mafê rewa yê parastina neteweyeke di bin siya destûra Tirkiyeyê de’ axivî. Şoreş Hesen got: “Destûra bingehîn a Tirkiyeyê, têgeha gel nagire nava xwe, têgeha netewe wergirtiye. Di destûra Tirkiye de tê gotin ku Tirkiye tenê ji bo neteweya Tirk e, yên ne Tirk jî divê bi Tirkbûnê razî bibin yan na wê tu statûyeke wan nebe. Di xala pêncem a destûra Tirkiye de tê gotin ku erka dewleta Tirk parastina neteweya Tirk e, serwerî tenê ji bo neteweya Tirk e. Divê serwerî ya hemû gelan be.“
Şoreş Hesen bi domdarî got ku di vê rewşa li Tirkiyeyê heye de şerkirina ji bo mafan, rewa ye û di danezana mafê mirov de jî tê gotin ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji bo hemû neteweyan e.
Piştre Pisporê Yasayên Navneteweyî Dr. Nîkola Eşref jî li ser mijara ‘tevgera rizgarîxwaz a gelan di bin siya yasayên navneteweyî de’ axivî. Dr Nîkola got; “Ji ber siyaseta înkarkirina mafan, gelê Kurd neçar maye ji bo bidestxistina mafên xwe li gor yasa û pîvanên navneteweyî têbikoşe. Civaka navneteweyî di hemû biryarên siyasî de piştgiriya gelan dike, ji bo bidestxistina serbixweyî û mafên gelan da ku têkoşînê ji bo bidestxistina mafên xwe bikin.”
Dr Nikola da zanîn ku PKK tevgereke rizgarîxwaz a Kurdan e li Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya yasa û pîvanan de xebatê dike. Her wiha gelek caran yekalî agirbest ragihandiye. Nîkola got, “PKK’ê gelek caran daxwaz kiriye pêvajoya aşti û siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd were çareserkirin, lê dewleta Tirk vê yekê qebûl nekiriye. Ji wê boneyê mafê gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşe heye. PKK tu demê ji yasa û pîvanên navneteweyî derneketiye û hertim girêdayê yasayên şer maye. Tu kiryarek nerênî li dijî sivîlan nekiriye. Her wiha bazirganiyê bi mirov, çek û madeyên hişber nekiriye ku bibe sedema ketina wê ya nav rêxistinên terorîst.“
Piştre Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr Mihemed Sabir jî li ser mijara ‘Tevgereke di lîsta terorê de û neteweyeke di lîsta terorê de’ axivî. Dr Mihemed da zanîn ku bi xistina nav lîsta “rêxistinên terorîst“ a PKK’ê, xistina nav lîsta “rêxistinên terorîst“ a hemû rêxistinên Kurdan e û wiha dewam kir: “Sedema nasandina PKK’ê wek rêxistineke terorî, ji ber endambûna Tirkiye ya di NATO’yê de ye. Ji ber ku li gor yasayên endambûna NATO’yê rê nayê dayîn tu endameke din a NATO’yê piştgiriya tevgereke azadîxwaz bike ku li dijî endameke din a NATO’yê têdikoşe.“
Dr Mihemed Sabir da zanîn ku nabe hêzeke wek PKK’ê ku tevgereke rizgarîxwaz e di nav lîsta “rêxistinên terorîst“ de be û derbirî ku PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye û Tirkiye jî piştgiriya DAIŞ’ê dike.
Di dawiyê de jî encamnameya panelê ji aliyê Endamê Rêveberiya Kampanyayê Şadî Bekir ve hat xwendin. Encamnameya panelê wiha ye;
- Têkoşîna PKK’ê li gor xala 3103 a sala 1972’yan a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye ku dikeve çarçoveya şoreşa rizgarîxwaz a gelan, ji bo bidestxistina mafên çarenûsî yên gelê Kurd e.
- Nasandina PKK’ê wek rêxistineke terorîst ne biryareke yasayî lê siyasî ye.
- Berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî yên Ewropa û Emerîkayê yên li gel Tirkiyeyê bûne sedem ku PKK wek rêxistineke terorîst bê nasandin.
- PKK tekane hêz e li derveyê dewlet û herêman li dijî terorîstên DAIŞ û El Qaîdê şer kiriye. Ji wê boneyê nabe ku di nav lîsta terorê de bê hiştin.
- Ji bo Ewropa û Emerîka xeletiya ku ji beriya niha li dijî xebata neteweya Kurd kirine rast bikin, divê PKK’ê ji nava lîsta terorê derbixin û wek tevgereke rizgarîxwaz a neteweyî û nîştimanî nas bikin.
- Rêya tekane ya rizgarbûna ji tevliheviya ku gelên Tirkiye tê de ye, guftûgoya aştiyê ya li gel PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
- Ezmûna çil salan a şerê navbera Tirk û Kurdan derket holê ku Kurd bi şer tune nabin, lewma niha derfeta herî baş e pêngavên aştiyê werin avêtin.
- PKK’ê gelek caran pêşengtî ji aştiya nava Kurd û Tirkan re kiriye. Pêngavên rast kirine, lê desthilatdarên Tirkiyeyê bi awayekê taktîkî nêzî van pêngavan bûne, li şûna aştiyê şer hilbijartine. Bi derxistina navê PKK’ê ji nav lîsta terorê, pêngavên pêvajoya aştiyê wê bi pêş bikevin û bi hev re jiyana gelên Tirkiye û herêmê pêk were.
- Hewildana gelên cîhanê bi taybetî gelê Kurd ji bo derxistina PKK’ê ji nav lîsta terorê, bi milyonan îmze komkirin cihê rêz û destxweşiyê ye. Hewleke sivîlane û demokratîke ji bo pêkanîna aştiyê.
- Rêxistinên civaka sivîl li Kurdistan û cîhanê dikarin rolekê baş ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bilîzin.
- Doza Kurd li Tirkiyeyê siyasî û destûrî ye. Ji ber ku ji bilî Tirkan, hebûna tu gelekê din nayê qebûlkirin. Ji wê boneyê pêwist e di vê qonaxê de destûreke demokratîk bê danîn ku li mafên hemû netewe û pêkhateyên cûda yên Tirkiyeyê were.