‘Li Başûrê Kurdistanê 300 hezar îmze hatin berhevkirin’

Li Silêmaniyê bi panelekê encama kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" hate aşkerekirin. Hate gotin ku li Başûrê Kurdistanê di nava heşt mehan de 300 hezfar îmze hatine berhevkirin.

Li Silêmaniyê bi panelekê encama dawîn a kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorê“ ku li Başûrê Kurdistanê dihat meşandin, hate aşkerekirin. Gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedar tev li panelê bûn. Panel bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di panelê de ewilî Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî ku yek ji berpirsên rêvebirina kampanyê ye, axivî û got: “Kampanya roja 29’ê Çileya 2022’yan li Silêmaniyê hat ragihandin. Heta 15’ê Tebaxa 2022’yan nêzê 300 hezar îmze hatin berhevkirin. Ev yek jî bi piştgiriya gelê Başûr a ji bo xebata rewa ya Bakurê Kurdistanê nîşan dide.”

Pêncwênî anî ziman ku bi hev re dikarin planên li ser neteweya Kurd têk bibin û got: “Bi yekgirtin û yekrêziyê dikarin li dijî planên dijmin bi ser bikevin. Ji bo vê yekê erka me ye ku em yekbûn û yekrêziyê di nava hêzên Kurdî de bikin mercê serkeftinê.”

Pêncwênî da xuyakirin ku derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorê“ xizmeta pirsgirêka Kurd û jiyana bi hev re dike.

Piştî axaftina Pêncwênî, panel li ser destûra bingehîn a Tirkiye û tevgera azadiyê ya gelan dewam kir. Di panelê de li ser sê mijarên wek, “mafê rewa yê parastina neteweyan di bin  siya destûra bingehîn a Tirkiyeyê de,  tevgera azadiyê ya gelan di bin siya yasayên navneteweyî de, tevgerek di lîsta terorê de û neteweyek di lîsta terorê de nîqaş hatin kirin.

Niha panel bi pirsyar û gotûbêjan dewam dike û dibe ku piştre encama panelê bê ragihandin.