Li Rihayê Nobeta Edaletê: Polîsan gef li rojnamevanan xwarin

Rojnamevanên ku malbata Şenyaşar ên li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin edaletê têdikoşin dişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan gef li wan xwarin.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 539’emîn de li ber siya ketina avahiya edliyeyê dewam kir.

Hefteya borî bi biryara walîtiyê rûniştina malbatê ya li qadê hatibû qedexekirin. Lê belê li hemberî biryardariya malbatê polîsan neçar ma ku gavekê paşde biavêje.

Rojnamevanên ku xwestin nobeda malbatê bişopînin jî di roja nû ya çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Polîsan xwestin rojnamevanên ku çalakiya nobeta malbatê dişopînin asteng bikin. Polîsan îdia kirin ku kişandina dîmenan a li pêş avahiya edliyeyê qedexe ye û biryara walîtiyê ya “qedexeye ku li pêş avahiyên cemaweriyê çalakî bên kirin” weke hincet nîşan dan. Têvî astengkirinê jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) û nûçegihanên Rojnameya Yenî Yaşamê dîmen kişandin. Li ser vê yekê polîsan rojnamevan di GBT’ê re derbas kirin û bi “kirariyên qanûnî” gef li wan xwarin.

Di vê navberê de gelek polîsên çevîk anîn pêş edliyeyê û malbat hate dorpêçkirin.

Malbata ku di bin dorpêçê de nobeta xwe didomîne, bertek nîşanî polîsan dan. Dengê Emîne Şenyaşar ku ji bo ferdên malbatê yên hatibûn qetilkirin lorand, li avahiya edliyeyê deng veda.

Emîne Şenyaşar got: “Dema malbata min dihate qetilkirin we ev bergirî girtibûna. Ji malbata min 3 ferd di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn. Kûjer destê xwe dihejînin û digerin.” 

Li ser berteka malbatê polîsan dorpêç rakir.