Qetilkirina Sûheyl Xûrşîd Ezîz li Ranyayê hate şermezarkirin

Qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz li navçeya Ranyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê doh êvarê daxuyaniyek hate dayin û qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz ku bi navê Mamosta Şemal dihate naskirin, hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de Endamê Encûmena Tevgera Azadî Seyîd Xalid axivî û got: "Destê faşîzma Tirk bi hevkariya xayînên navxwe gihişt ser kesayetê azadîxwaz û rewşenbîr Mamosta Şemal."

Seyîd Xalid da zanîn ku bêdengiya li beramberî xiyanet û terora ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, dibe sedem destê terorê bigihe ber deriyê mala her kesên azadîxwaz.

Her wiha ji tevayî welatiyan, nivîskar, rewşenbîr û azadîxwazan xwest ku êdî bêdeng nemînin û li dijî qetilkirina azadîxwazan helwestek cidî nîşandin.

Di dawiyê de jî Seyîd Xalid ji îdareya Germiyanê û saziyên ewlehiyê xwest ku di zûtirîn demê de tawanbaran bibînin û ceza bikin.