Li Pîranşarê kolberek hate destgîrkirin

Hêzên dewleta Îranê roja Înê li Pîranşarê kolberek destgîr kirin.

Hate hînbûn, hêzên dewleta Îranê ku bi dewamî Kurdan dike armanca kuştin û girtinê, roja Înê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê kolber Nasêr Dale (31) ê ji gundê Zengabadê bêyî destûra dadgehê destgîr kirine û ew rakirine navenda lêpirsînê ya îdareya îttilaatê ya bajêr.

Hate ragihandin ku telefona Dale ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye desteserkirin û ji ber wê malbat nikare xwe bigihîne wî.

Têkildarê aqûbeta Nasêr Dale ti agahî nehatin bidestxistin.