Malazgîrt: Dewleta Tirk dît ku nikare PKK’ê têk bibe

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got “Dewleta Tirk dît nikare PKK’a ku di vê astê de têdikoşe têk bibe. Ji ber vê dixwazin qelsiya xwe ya di şer de bi propagandayê bigirin.”

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt tevlî bernameya taybet a Stêrk Tvyê bû, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê nirxand.

Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk 6 sal in bênavber êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Nirxandinên Amed Malazgîrt wisa ye:

“Hedefa dewleta Tirk ev e ku Başûr gişî dagir bike û bi xeta Mîsak-i Mîllî re meşrûiyetê ava bike. Me berê jî gelek caran qala van tiştan kir. Wê demê hinekan bawer nekiribû, digotin dewleta Tirk bi tenê li dijî PKK’ê şer dike û ji bo destkeftiyên Kurdistanê ne xetere ye. Ji ber vê helwesteke Kurdistanî nîşan nedan. Di şerê me yê li dijî dewleta Tirk de hinekan ji dêvila ku helwesta xwe nîşan bidin xwestin bêdeng bimînin. Bi bêdengbûnê re jî neman, bi dewleta Tirk de şirîkatî kirin. Dewleta Tirk dema ku ev rewş dît êrîşên xwe yên li ser tevgera me zêdetir kir.

PKK LI GORÎ QANÛNÊN ŞER LI BER XWE DIDE

Hevalên me dema ku li hemberî dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dan, di nav civakê de jî hêviyek çêbû. Dewleta Tirk şer mezin û êrîşî civakê kir lê dîsa jî berxwedana gerîla hêviyeke mezin ava kir. Dewleta Tirk dît nikare PKK’a ku di vê astê de têdikoşe têk bibe. Ji ber vê dixwazin qelsiya xwe ya di şer de bi propagandayê bigirin. Ji raya giştî re diyar dikin ku ew derbên giran li PKK’ê dixin. Rojevê wisa diguherînin. Kes jî hesap napirsin ku wan berê çi digotin û niha çi dibêjin. Li gorî gotinên 4,5 sal berê yên rayedarên hikumetê divê a niha şerekî wisa tunebe. Her dem digotin me PKK qedand.

Di sala 2017’an de Suleyman Soylû digot ew ê êdî tu kes navê PKK’ê nebihîze. Ji xwe bawer bûn. Ji wê demê û heta niha herî zêde ew qala PKK’ê dikin. Bi çekên teknolojîk her roj êrîşan dikin. Dibêjin me PKK qedand lê diçin ku qala PKK’ê dikin. Diçin kîjan welatî ji bo êrîşa li ser PKK’ê alîkariyê dixwazin, tawîzan didin wan welatan. Kes jî napirse ‘Heke te PKK qedandibe çima diçî kîjan welatî tu destkeftiyên Tirkiyeyê pêşkêş dike û li hemberî Kurdan bi kar tînî’. Çi dema ku dikevin rewşek dijwar qala biratiya Kurd û Tirkaan dikin. Dewleta Tirk her roj Kurdan şehîd dixe. Dewleta Tirk her çiqasî şerekî bê exlaq dimeşîne û çekên kîmyewî bi kar tîne jî PKK di çarçoveya qanûnên şer li ber xwe dide.

DEWLETA TIRK A NIHA JI ÇETE Û MAFYAYAN PÊK TÊ

Dewleta Tirk di dîrokê de gel qir kir û zarok jî tê de êşkence li mirovan kir. Ligel van tiştan rayedarên dewleta Tirk wekî ku mafên mirovan diparêzin daxuyaniyan didin, di warê demokrasiyê de xwe wekî pêşengê dinyayê dibînin. Li gorî wan ew biaqil in û kesên din ehmeq in. Dibêjin qey mirov ji gotinên wan bawer dike. 3,4 sal berê Erdogan gef dixwar û digot ‘Ey Yekîtiya Ewropayê û ey NATO’. Lê gef li kîjan welatî xwaribin ji bo di meseleya Kurdan de tawîzê bistînin hemû derfetên xwe seferber dikin.

Dewleta Tirk a niha ji çete û mafyayan pêk tê. Qanûn û hiqûq tune. Li gorî xwe qanûnan derdixînin. Ne mumkun e temenê dewleteke wisa dirêj be. Qaşo li hemberî Îsraîlê helwestek nîşan dabûn lê a niha bi wan re peymanan çêdikin. Ji Siûdî Erebistanê re her tişt gotin lê a niha çûn ber lingê wan û peyman çêkirin. Vê helwesta bê prensîb a dewleta Tirk girêdayî şer e. Gelo Erdogan di şer de ev qasî neketa rewşeke dijwar wê bi helwesteke şelafî  tawîz bide her kesî? Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ji bo ku xisarê bide Kurdan, destkeftiyên wan tune bike û dewlemendiyên wan ên sererd û binerd talan bike, çi ji destê wê tê dike.

Em li dijî feraseteke wisa faşîst têdikoşin. Dewleta Tirk di demên dawîn de ji krîzên siyasî yên li welatên cihê sûdê werdigire û li her qadê êrîşî Kurdan dike. Siyasetmedarên ku eleqeya wan bi şer tune û bi tenê fikrên xwe dibêjin destgîr dikin û digirin.  Ev hemû welat û saziyên navneteweyî yên ku îddîa dikin mafên mirovan diparêzin, dema ku mesele Kurd bin, ker û lal dibin. Dewleta Tirk di vî warî de meydanê vala dibîne û zilma li hemberî Kurdan ji bo xwe wekî serkeftinê dibîne.

DEMA CERDEVAN BIKEVIN TUNELAN WÊ 6 MEHAN DESTÛR Û PEREYAN BIDIN WAN

Êrîşên dagirker ên ku di 24’ê Nîsanê de hate destpêkirin, 4 mehên xwe qedand. Hesabê dewleta Tirk ev bû, ez ê her cure teknîkê bi kar bînim, wê dewletên navneteweyî piştgiriyê bidin min, wê hevkarên min alî min bikin, ez ê çeteyan li dora xwe kom bikim û di demeke herî kurt de ez ê encamekê bistînin. Lê wan hesabê milîtanên PKK’ê û fedaiyên Rêber Apo nekirin. Rastî berxwedana mezin a gerîla hatin. Rast e li hinek deran dijmin ketiye qadê. Li hinek giran hevalên me hene, dijmin jî hene. Sermesele li Werxelê hevalên me jî hene, dijmin jî hene. Şev û roj şer didome.

Dijmin li hemberî şerê tunelan bi ser neket, bi kepçe û dozeran dixwaze tunelên şer bigire lê nikare. Li vir çekên kîmyewî bi kar tînin, bi ser de gazê bi kar tînin têr nake, agir bi tekeran dixin û diavêjin ber tunelan têr nake, xwestin leşkeran têxin tunelan. Gelek leşker hatin kuştin, vê carê cerdevan anîn. Dema ku hinek cerdevan jî hatin kuştin, êdî nekarîn wan jî bînin. Li gorî agahiyên ku me stendine ji cerdevanan re gotine heke hûn têkevin tunelan em ê 6 mehan destûr û meaşê wê bidin we.

Nexwe leşker û hêzên taybet ên dewleta Tirk ji tirsan nikarin şer bikin. Ew jî canê wan şîrîn e, nikarin têkevin tunelan lê cerdevanên ku pêdiviya wan bi pereyan heye û çeteyan dişînin tunelan. Jixwe ji ber ku cerdevan Kurd in heke werin kuştin ji bo wan ne windahî ye. Dewleteke ewqasî nemerd e ku kamerayan li kûçikan girêdidin û wan wan dişînin tunelan. Heke ew kûçik rastî hevalan were, bi dîmena kamerayê re dikevin tevgerê. Dewleta Tirk ketiye rewşeke wisa dijwar. Em li hemberî dewleteke li ser vê ferasetê şer dikin.

MA OBUSÊN PKK’Ê HENE

Li Heftanînê mirov hatibûn seyranê, li pêş çavê hemû kesan bi obusan êrîş kirin. Mirovên Ereb şehîd bûn. Ewqasî dewleke bê exlaq e ku pêdivî pê nedîtin ku di destpêkê de daxuyaniyekê bidin. Piştre gotin PKK’ê kir. Ligel ku îspat hebûn jî ev daxuyanî dan. Ma obusên PKK’ê hene? Di sala 1993’an de hevalan li Dêrsimê çalakî kiribûn û leşker hatibûn kuştin. Ji serokwezîra wê demê Tansû Çîller re pirsîbûn ‘Piştî ku PKK’ê çalakî kir gelo çawa vekişiya? Wê jî gotibû ‘Bi helîkopterê êrîş kirine û bi helîkopterê çûne’. Rojnamevanek jî derneket negot ma helîkopterên PKK’ê hene? A niha Erdogan jî heman tiştî dike. Ev jî heye li cihê ku êrîş hatiye kirin tu eleqeya hevalan bi wir tune.

Em PKK dema ku ji ber me tiştek pêk were em lêpirsînê didin destpêkirin û şaşiyên xwe eşkere dikin. Dijmin bi qestî ew êrîş kir. Dema ku em li daxuyaniyên Erdogan û Hûlûsî Akar dinihêrin, ev tişt şênber e. Dibêjin di dîroka Tirkiyeyê de sivîl nehatine kuştin. Her kes dizane ku di dîroka dewleta Tirkiyeyê de zilmeke çawa li sivîlan hatiye kirin. Dewleta Tirk li herêma Mervanos û Cîloya Biçûk du birayên diçûn gundê xwe qetil kir û piştre gotin me ‘terorîst kuştin’. Ligel ku derket holê ew kes ne gerîla ne, ev daxuyanî dubare kirin. Li Şêladizê dema gel serî hilda Erdogan dîsa got ‘Li wir hinek bûyer tên jiyîn, terorîstan xisar dan wesayîtên me, me jî li wan da’ û gef xwar.

Li gorî Erdogan hemû Kurd ‘terorîst’ in. Lê terorîstê herî mezin dewleta Tirk e. Ma gelo li dinyayê kê ji wan zêdetir xisar dane? Kî li hemberî dewleta Tirk tê, ji wan re dibêjin ‘terorîst’. Dewleta Tirk li Heftanînê gelê sivîl qetil kir, peyameke eşkere da hikumeta Iraqê, hikumeta Başûr, Îran û hemû kesên li dora xwe. Bi awayekî eşkere herêmên ji Mûsûl-Kerkûkê yên heta Heleb û Bakur wekî Mîsak-i Mîllî dibînin. Li ser vî esasî heq dide xwe ku xisarê bide hemû kesan. Kesên ku li ber wan stûyê xwar dikin wekî dost qebûl dike lê kesên li dijî xwe jî wekî ‘terorîst’ nîşan dide û wan dike hedef.

WÊ ROJEKÊ LI SERÊ NATO’YÊ JÎ BIBE BELA

Dewleta Tirk zarokê NATO’yê yê nehs e. Lê rojekê ew ê li serê NATO’yê jî bibe bela. Ew endamê NATO’yê ye, lê ne li gorî qanûnên NATO’yê tevdigere, ew dixwaze NATO li gorî qanûnên wê tevbigere. Hin welatên endamên NATO’yê dibêjin em hesasiyeta Tirkiyê ya derbarê terorê de fêm dikin. Hûn çi fêm dikin? Terora herî mezin dewleta Tirk e. Carinan ji bo ku ji NATO’yê tawîzan werbigire nêzikî Rûsyayê dibe, carinan jî ji bo ku ji Rûsyayê tawîzan bigire, NATO’yê derdixe pêş. Her tim xwe derdixe bazarê, her kesî tehdît dike. Zilma herî mezin li Bakur dike. Mirovên bê sûc dixe zindanan, bi wesayîtên zirxî zarokên Kurd dikuje; kes hesab napirse. Dewleta bi navê dewleta Tirk jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye, lê yek ji wan pêk nayîne. Kîjan welatê Ewropayê li hemberî vê yekê bertek nîşan dide? Dibêjin em bi Kurdan re bira û dost in.

Em biratî û dostaniyeke wisa naxwazin. Dibêjin dawiya me bi Kurdan re nîne û her roj dibêjin em ê Rojava dagir bikin. Li Rojava her roj sivîlan qetil dikin. Bi çeteyên xwe re armanc dikin ku gelê Rojava bitirsînin û herêmê vala bikin. Dîmenên qetlîamên li Rojava hene, lê kes nabêje hûn çawa wehşetên wiha dikin. Divê hesab ji Erdogan bê pirsîn, bê darizandin. Çi mafê wan heye ku zilmê li ewqas mirovên bêguneh bikin? Hin dewlet dibêjin, em fikarên ewlekariya dewleta Tirk fêm dikin. Çi fikarên ewlehiyê hene? Li çar parçeyên Kurdistanê mafê dewleta Tirk nîne. Hatin Kurdistan dagir kirine û zilmê li vî gelî dikin. Di rastiyê de ji ber hebûna dewleta Tirk, ewlekariya jiyana gelê Kurd nîne.

Divê qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bên belgekirin û bi serlêdanên fermî ji hemû cîhanê re bê pêşkêşkirin. Divê ev êrîş timî di rojevê de bin. Dema Erdogan diçe NATO’yê bi belgeyên sexte dibêje 'Binêrin PKK’ê bi vî rengî zilmê dike'. Yanî tiştên ku kirine tînin cem hev û PKK’ê sûcdar dikin. Li hemberî vê yekê divê Kurd komkujiyên ku dewleta Tirk dike bi belge pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin. Dibe ku di demek kin de encam neyên girtin lê heta ku di rojevê de bimîne dê encam jî derkeve. Yan jî divê zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd ji wan re neyê hiştin. Erdogan fermanan dide, Hulusî Akar û Suleyman Soylu di pratîkê de bi cih tînin. Ev çar meh in li ber çavên cîhanê bi hemû rêbazên bêexlaqî êrîşî gerîla dikin û di vî şerî de xwe serkeftî dibînin.

Gerîlayên PKK’ê fedakariyeke mezin dikin. Hevrêyên me ji Avaşîn heta Şikefta Birîndara, ji Kurojahro heta rojavayê Zapê, li Girê Amediyê û Girê Hekkarî fedekariyên mezin dikin. Di parastina van herêman de derbên mezin li dewleta Tirk dixin, berdêla wê didin, lê gavekê jî paşve navêjin. Di hin tunelan de heval bi rojan nikarin avê vexwin û xwarinê bixwin, lê vîna ku wan li ser piyan digire xeta Rêber Apo û PKK’ê ye. Hevrêyên li wir têdikoşin baş dizanin ku çima li ber xwe didin. Helbet me canê xwe li erdê nedîtiye, lê hevrêyên me gelek caran digotin ger bi dehan şehîdên Kurd û Kurdistanê hebin em ê wê şehadetê qebûl bikin. Ev xeta PKK’ê ya milîtan e, ruhê wê yê fedaî ye.

GER HEWCE BIKE EM Ê 40 SALÊN DIN JÎ LI BER XWE BIDIN

Dewleta Tirk her sal beyanekê dide ku wan PKK’ê qedand. Li gorî dewleta Tirk ti gerîla nemaye. Lê ji Botanê heta Amedê, ji Serhatê heta Dêrsimê her roj van operasyonan ji kê re dike? Ger we gerîlatiya li Bakur qedand, hûn van operasyonan ji kê re dikin? Leşkerên we bi serê xwe dimirin? Bêguman neçar e carinan hinek windahiyên xwe bi gotinên wek qeza çêbû, leşker mir, kevir lê ket leşker mir, di avê de xeniqî û mir bibêje. Bi vî awayî hemû windahiyên xwe vedibêje. Her dem ji raya giştî re derewan dikin. Gerîla di vê dema krîtîk de berxwedaneke mezin nîşan dide. Hevrêyên me yên hêja şehîd ketin. Van hevrêyên me bi vîn û fedekariyeke mezin li ber xwe dan û derbên mezin li dijmin xistin. Dema ku em şehîdên şoreşê digirin berçavan, em dibînin ku ji bo Kurd û Kurdistanek azad bi hezaran şervanên PKK’ê bi qehremanî canê xwe feda kirine.

40 sal in şerekî mezin heye, em berdêla wê jî didin. Ger hewce bike em ê 40 salên din jî li ber xwe bidin. Heta ku Kurdistanek azad pêk were, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were çi berdêl ji me bê xwestin, em amade ne bidin. Lê di dawiyê de gelê Kurd wê di xeta Rêber Apo de bi ser bikeve. Gerîla di pratîkê de pêşengiya vê dike. Helbet civaka kurd jî rola xwe bi cih tîne. Em kesên ku bi şev û roj di mîtîngan de ne û ji bo şoreşê fedakariyê dikin, silav dikin. Bila gelê me bizane ku berxwedana wan a li dijî êrîşên dijmin, hêviyê dide hevrêyên me yên li çeperan şer dikin. Ew çêtir fam dikin ku çima ew qas zor û zehmetiyan radigirin.

DIVÊ CIWANÊN KURD ÇALAKIYÊN BI BANDOR PÊK BÎNIN

Li hinek cihan derfeta ciwanan nîne ku tevlî nav refan bibin. Lê dikarin di nav xwe de bi dizî xwe birêxistin bikin û li Bakur û heta li metropolên Tirkiyeyê jî çalakiyên çekdarî pêk bînin. Hemû rayedarên Tirk ên vî şerî dikin hedef in. Pêdiviya wan bi talîmatan ji kesî nîne. Kesê ku xwe wek Kurdekî welatparêz bi nav bike, dikare derbekê li dijmin bide. Çalakiya li dijî her kesê ku zirarê dide Kurd û Kurdistanê, tevkariya vê têkoşînê ye. Yanî ciwan bêyî ku ji tu derê talîmatan bigirin dikarin xwe bi rêxistin bikin. Hedef diyar e; Dikarin li her derê zirarê bidin aboriya dewleta Tirk, bi taybetî jî hêzên girêdayî AKP-MHP’ê, polîs û leşkeran. Zehmetî çi dibe bila bibe, em ê weke gerîla vê têkoşînê bidomînin û em ê bi ser bikevin. Lê divê şer li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe.

JI BO ÊRÎŞÊ ROJAVA BIKE HEWL DIDE BI ESAD RE HEVDÎTINÊ BIKE

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo destkeftiyên li Rojava ji holê rabike her tiştî dike. Li aliyekî bi NATO’yê û li aliyê din jî bi Rûsyayê re bazarê dike, li aliyê din jî hewl dide ji şerê Ûkrayna-Rûsyayê sûd werbigire. Erdogan di derbarê Esed de gotinên ku nayên gotin gotine, lê ji bo ku sîstema li Rojava hilweşîne, hewl dide bêyî şerm jî bi Esad re li hev bike. Di bin navê OSO’yê de ewqas çete anîn Idlibê, niha jî difiroşe. Wan çeteyan ewqas zerar dane rejîma Sûriyê, komkujî kirine. Qaşo armancek wan hebû. Yanî Erdogan ji bo berjewendiyên xwe her kesî dixapîne.

Dewleta Tirk dibêje ewqas penaber hene, ez dixwazim wan bi cih bikim. Ew ê li ku derê bi cih bike? Li Rojava. Lê ew axa Kurdistanê ye? Mal û milkê Rojava mafê gelên wir e. Armanca wan ew e ku çeteyên ku ji her alî ve kom kirine bîne Rojava; gelê li wir wê çi bibe? Di warê leşkerî de jî dixwaze dagir bike. Ji ber ku tu dewletê li hemberî vê rewşê deng dernexistiye meydanê vala dibîne. Piştgirî ji NATO û hin hêzan din distîne. Dawiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ne baş e.

DIVÊ SÛCÊN ŞER LI QADÊN NAVNETEWEYÎ BÊN TEŞHÎR KIRIN

Niha li qadên Şikefta Birîndara û Karker şerekî dijwar diqewime. Dîsa li rojavayê Zapê, li Girê Amediyê û li ser xeta Girê Cûdî şer giran bûye. Di rojên pêş de wê şer mezintir bibe. Dewleta Tirk heta niha bi ser neketiye. Armanca wan ew bû ku di nava çend rojan de wan herêman dagir bikin, lê gerîlayên li Zap, Avaşîn û herêmên din li ber xwe dan, nehişt ku planên Erdogan bi ser bikevin. Di vê wateyê de em di pêvajoyeke girîng de ne. Ji bo ku em dewleta Tirk di şer de hêj bêhtir bixin zorê, divê civak hem di warê siyasî û hem jî di warê dîplomasiyê de dewleta Tirk teşhîr bike. DAÎŞ li ber kamerayan mirov qetil kirin, serê wan jêkirin, dinya rabû ser piyan. Dewleta Tirk gazên jehrî, çekên qedexe bi kar tîne, dîmen hene. Mîna DAÎŞ’ê ser û dest jê dikin; Bila van dîmenan ji saziyên mafên mirovan an jî serokên dewletên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin re bibêjin, 'Bibînin, leşkerên Tirk vê dikin'. Bila çend rojnamegerên wêrek, di civînên çapemeniyê de bipirsin, 'Dewleta Tirk van tiştan dike, nêzîkatiya we çi ye?'. Tişta ku dewleta Tirk li gerîla, Kurd û Kurdistanê kir, kesî nekir. Divê em jî asta şerê di navbera xwe de binirxînin. Girîng e ku em ekîba bi tevger û bi taybetî şerê tunelan binirxînin û bi şêwaz û taktîkan hedefên cihê derxînin holê.

Hefteya borî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bû; li gelek cihan bi coş hat pîrozkirin. Em jî di şexsê şehîdê xwe yê qehreman, fermandarê mezin heval Egît (Mahsun Korkmaz) de ku pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê bû, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîsa di qonaxa dawî de hemû şehîdên di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest dane, di şexsê Bager Erdal, Cesûr Çelê, Ekîn Serhat û Tîrêj Dijwar de yên ku di şerê pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereş de pêşengî kirine bi minetdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Em careke din soz didin ku em ê layiqî şehîdên xwe yên leheng bin. Bi vê wesîleyê ez Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin, gelê Kurd û dostên wan ên Kurd pîroz dikim.”