Şeniyên Mexmûrê êrîşa dewlet Tirk şermezar kir

Piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê li ber Meclîsa Gel kom bûn û heta cihê êrîşê meşiyan.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk îro bi dema herêmê saet di 12:40'î de bombe li maleke li navenda Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê barand.

Di encama êrîşê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd şehîd bû.

Şeniyên Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrîşê li ber derê Meclîsa Gel kom bûn û heta cihê êrîşê meşiyan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara ve, li ber cihê ku êrîş lê pêk hatî hate dayîn.  Kara wiha got: “Gelê me yê xwedî keramet, gelê ku li hemberî xayînan, xwînmijan bi hemû hêza li ber xwe dide. Îro dijminê qirker, dijminê mirovahiyê carek di saet 12:45’an êrîşê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî kir. Di encam êrîşê de hemwelatiyê me yê bi navê Ebû Zeyd Dêrhinî şehîd bû. Em bang li rayedarên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku wê nekarin gav bi me paş de bidin avêtin. Em xwîna Ebû Zeydan li erdê nehêlin. Em ê merasîma şehîd li layiqê wî pêk bînin. Em ê hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bigihînin asta herî bilind.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimire xiyanet” û “Tolhildan” bi dawî bû.

Şeniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan ji bo pêşwazîkirinê li benda cenazeyê şehîdê xwe ne.