HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ji helwesta wan a milîtanî heta tevlêbûna wan a fedaî ya di şer de, ev hevalên me her dem bûne pêşeng. Meşa li ser şopa wan û jiyîna bîranîna wan, wê peywira me ya herî sereke be.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Ji roja ku dewleta Tirk a mêtinger dest bi êrîşên dagirkeriyê kir û vir ve hevalên me Şevîn, Arîn, Suphî û Çekdar li Qadên Berxwedanê ji bo ku piştgiriyê bidin hevalên xwe her dem çalak bûn. Ev hevalên me bûne hevalên ku tarza tîmê bi tevger bi serkeftî pêk anîne. Ji dema ku êrîşên dagirker dest pê kiriye, wan berê xwe dane çeperan, fîşeka pêşîn bera dijmin dane. Hevalên me Şevîn, Arîn, Suphî û Çekdar bi ruhê fedaî di demên cihê de şehîd bûne.

Ji helwesta wan a milîtanî heta tevlêbûna wan a fedaî ya di şer de, ev hevalên me her dem bûne pêşeng. Meşa li ser şopa wan û jiyîna bîranîna wan wê peywira me ya herî sereke be.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Şevîn Çekdar

  Nav û paşnav: Şeyda Eren

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex 

  Navê dê û bav: Suphiye – Omer

 Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Arîn Armanc

  Nav û paşnav: Mizgîn Eren

  Cihê jidayikbûnê: Aydin

  Navê dê û bav: Yildiz - Emîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Suphî Tolhildan

  Nav û paşnav: Yilmaz Beşalti

  Cihê jidayikbûnê: Edene

  Navê dê û bav: Naîme – Nasir

  Dîrok û cihê şehadetê:  23’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Çekdar Canfeda Med

  Nav û paşnav: Enver Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Edene

 Navê dê û bav: Fatim - Mahîr 

 Dîrok û cihê şehadetê:  12’ê Tebaxa 2022’an / Metîna

 

ŞEVÎN ÇEKDAR

Hevala me Şevîn li Cizîra Botan a ku her dem bûye navendeke girîng a Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Gelê me yê Cizîra Botan di temamiya dîrokê de li hemberî zaliman stûyê xwe xwar nekiriye û bûye yek ji navenda girîng a welatparêziyê. Gelê me yê Cizîrê ji bo jiyana azad berdêlên mezin daye û ji ber vê helwesta xwe ya bi rûmet her dem bûne hedefa êrîşên herî hovane yên dagirker. Heval Şevîn hê di zaroktiya xwe de bûye şahida tiştên ku ewê tu carî ji bîr neke. Ji ber di nav kevneşopiyeke welatparêz tê, di zaroktî de bûye şahida qetlîam, zilm û êşkenceyê, hevala me Şevîn rastiya dijmin zû fêm kiriye. Wê fêm kiriye ku ji xeynî têkoşîna li hemberî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tu rêyeke din tune û bi kevneşopiya berxwedêr a Botanê ketiye nav lêgerînê. Heval Şevîn bi awayekî çalak tevlî nav xebatên şoreşger ên ciwanan bûye û li hember êrîşên li ser ciwanan, roleke pêşeng lîstiye. Heval Şevîn têkoşîneke bi bandor meşandiye û di dema têkoşînê de di êrîşeke dijmin de ji lingê xwe birîndar bûye. Ji bo ku derbên giran li dijmin bixe û têkoşîneke xurt a li hemberî êrîşên li ser Kurdan, ji bo tolhildana xizmên xwe yên di nav refên gerîlayan de şehîd bûye, wê biryar daye tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bibe.

Heval Şevîn di sal 2015’an de bi heyecaneke mezin tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, li çiyayên Kurdistanê ji her tişta ku dîtiye ketiye nav heyecanê. Heval Şevîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiyên dewreyên sereke bi serkeftî qedandiye û tevlî nav xebatên pratîkê bûye. Heval Şevîn li gelek herêmên cihê pratîk meşandiye û wê ji bo ew her berpirsyariya xwe bi serkeftî pêk bîne, hewl daye. Li her qadê ew bûye xwediya tevlêbûneke bêhesab, di nav hevalên xwe de jî gelek hatiye hezkirin. Heval Şevîn diyar kiriye ku Rêber Apo û PKK’ê destkeftiyeke mezin daye wê û ji bo ku ew vegere ser cewhera xwe û xwe nas bike, firsend daye wê. Heval Şevîn her dem hewl daye îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêber Apo fêm bike. Ji bo ku xeta jinên azad a ku ji Zîlan, Bêrîtan û gelek hevalên şehîd maye bi serkeftî bidomîne, ketiye nav biryardariyeke ku bibe fermandareke YJA Starê. Heval Şevîn dîtiye ku derbên bi bandor wê bi profesyonelbûna gerîla pêk were, di warê fêmkirin û pêkanîna tarz û taktîka gerîlatiya serdema nû, wê qelsiyên xwe dîtiye û perwerdehiya profesyonelbûnê stendiye. Heval Şevîn perwerdehiyên xwe bi serkeftî qedandiye û bûye fermandareke YJA Starê.

Heval Şevîn li qada Metînayê tevlî nav gelek çalakiyên xurt ên li dijî dijmin bûye, wê çanda kevneşopiyê ya ku ji Cizîra Botan stendiye, mezintir kiriye û mîrateyeke xurt a têkoşînê ji me re hiştiye. Em hevrêyên heval Şevîn diyar dikin ku em ê vê mîrateya ku wê ji me re hiştiye, geştir bikin. Sadebûna heval Şevîn a di jiyan û şer de, wê ji bo me bibe hinceta geşkirina şer û jiyanê.

ARÎN ARMANC

Heval Arîn bi eslê xwe ji Tetwanê ye û li Aydinê ji dayik bûye. Dema ku têkoşîna me ya azadiyê li Bakurê Kurdistanê geş bû, gelê me yê Xerzanê jî gerîla nas kir û kete bin bandora gerîla ji bo gelê me dike. Malbata heval Arîn jî ji ber bandora têkoşîna heval Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) a ku fermandereke efsanewî ya qada Xerzanê, navê hevrê Arîn kirine Mizgîn. Heval Arîn bi çîrokên qehremaniyê yên heval Mizgîn mezin bûye û ketiye bin bandora têkoşîna ku heval Mizgîn li hemberî dijmin nîşan dabû. Heval Arîn her çiqas ji Kurdistanê dûr mezin bûye jî dilê wê her dem bi gelê me re bû. Wê êrîşên ku dijmin li ser gelê me kiriye, ji dil hîs kiriye û hêrsa wê ya li hemberî dijmin roj bi roj zêdetir bûye. Piştî ku dijmin di sala 2015’an de li hemberî gelê me qetlîameke mezin kiriye, heval Arîn jî tevlî nav refên têkoşînê bûye. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ya ku gelê me li hemberî zilma dijmin berxwedaneke mezin da destpêkirin, heval Arîn tevî xizma xwe Arîn (Tulay Eren) tevlî nav refên têkoşînê bûne.

Heval Arîn li qada Geverê tevî gelê me, li dijî dagirkeran şer kiriye, li vir di nav şertên şer de hînî gerîlatiyê bûye û pratîka xwe ya serkeftî ev avantaj gelekî baş bi kar aniye. Di dema berxwedana li Geverê xizma wê heval Arîn (Tulay Eren) şehîd bû û vê şehadetê bandoreke mezin li ser wê çêkir. Heval Arîn li ser vî esasî ji Geverê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û demekê di nav xebatên Komalên Ciwan de maye. Piştre li qada Garê perwerdehiya şervanên nû stendiye û dîsa li qada Garê xebatên pratîkê kiriye. Bi qasî 3 salan li qada Garê têkoşiyaye û di vê pêvajoyê de di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe bi pêş ve biriye û di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe kûr kiriye. Heval Arîn di warê akademîk de perwerdehiyên akademîk stendiye û bi perwerdehiyên leşkerî dîtiye ku bêtir xurt bûye. Wekî jineke Kurd ji bo îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo fêm bike, ketiye nav hewldanên mezin. Di çarçoveya analîzên Rêbertî yên li ser azadiya jinê wê di kesayetiya xwe de guhertinên mezin çêkiriye û bi gavên jixwebawer ber bi jinbûna azad ve meşiyaye. Heval Arîn di têkiliyên xwe yên hevaltiyê de gelekî dilsoz bû û ji ber vê taybetmendiya xwe di nav hevalên xwe de dihate hezkirin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker da destpêkirin û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, heval Arîn bawerî pê aniye ku divê ew jî tevî hevalên xwe li eniyên berxwedanê be û di sala 2020’an de derbasî qada Metînayê bûye û di nav eniya berxwedanê e cih girtiye.

Dema ku dijmin êrîşî qada Heftanînê kiriye, ew tevlî çalakiyên li qada Metînayê bûye û ji bo ku ji berxwedana hevalên xwe yên li Heftanînê bibe bersiv, têkoşiyaye. Di heman demê di sala 2021’an de dema ku dijmin êrîşî qadên Avaşîn, Zap û Metînayê kiriye jî ew her dem di nav çalakiyan de bû ji bo ku piştgiriyeke xurt bide berxwedana dîrokî ya Zendûrayê wê fedakariyeke mezin nîşan daye. Ji ber helwesta wê ya milîtanî ya di şer de ji bo hemû hevalên xwe bûye çavkaniya hêz û moral, roj bi roj tecrubeyên xwe zêdetir kiriye.

Di 14’ê Nîsanê de dema ku dijmin êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, wê jî li qada Girê Hekkarî li hemberî êrîşên dijmin, amadekariyên binesaziyê tê de tevlî gelek xebatan bûye. Bi saya keda xwe ya di vê xebatê de û tevkariya di amadekirina tunelên şer de ji bo avakirina berxwedana li Girê Hekarî wê roleke mezin bi cih aniye. Dema ku êrîşên dijmin dest pê kir, heval Arîn di nav çalakiyên pêşîn ên li dijî dijmin de cih girtiye. Di vê çarçoveyê de di 30’ê Hezîranê de di çalakiyeke li dijî dijmin de, ew bi awayekî fedaî çûye ser dijmin, di wê çalakiyê de ya ku gelek leşkerên dijmin hatine cezakirin, wê heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye û şehîd bûye. Heval Arîn wekî jineke Kurd wêrek ji bo azadiya gelê me têkoşiyaye û bi helwesta xwe ya pêşiya dijmin girtiye, bûye yek ji milîtana herî hêja ya xeta azadiya jinê. Em jî soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şervanên xeyalên azadiyê yên heval Arîn.

SUPHÎ TOLHILDAN

Hevreyê me Suphî di nava malbatekî ji Pirsûsê dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî welatparêz û bi nirxên Kurdistanê re girêdayiye, hevreyê me Suphî jî di temenê xwe ya biçûk de têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nasdike. Hevreyê me Suphî ku di dema ciwantiya xwe ve cihê xwe di xebatên şoreşgerî de girtiye, bi salên dirêj di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Dema xebatên ciwanan dikir, bi ked û fedakariya xwe di her qadê de rola xwe ya pêşengitiyê bi rengekî serketî bi cih anî. Ji bo ku ciwanên Kurd û demokrat Rêbertiya me, Partiya me nas bike û tevlî refên têkoşînê bibin çi ji destê wî hatiye kiriye. Di xebatên ciwanan de zêdetir bi hişyarkirin û rêxistinkirina ciwanan re mijûl bûye, lê li gorî pêwîstiyan di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a qirker de cih girtiye. Li ser vê bîngehê di qada Edeneyê de bi erka pêşengiyê tevlî serhildanên ciwanan ên li dijî dijmin bûye. Piştî ku Partî û Rêbertiya me nas kir, nakokiyên li jiyanê zêdetir dibîne û têdigihije ku derbaskirina van nakokiyan encex bi felsefeya Rêbertiyê re pêkan e. Lewma her tim di nava têkoşînê de bû û ji bo ku felsefeya Rêbertî di nava civakê de bê fêmkirin û bijî kedekî bêhempa daye.

Hevreyê me Suphî ê ji bo çeka hevrê Suphî Şoreş rake û têkoşîna wî bidomîne biryara tevlîbûna nav refên gerîla dide û li ser vê bingehê di sala 2015’an de li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevreyê me Suphî ku ji ber xebatên xwe yên ciwanan di aliyê rêxistinbûnê de xwedî tecrûbe bû, ji ber tecrûbeyên xwe yên jiyanê bêzehmetî fêrî jiyana çiya û gerîla dibe. Her çiqas berê bi hin hevalên xwe yên gerîla re xebat kiribe jî, ji gerîlayên ku li çiyê nas dike pir bandor dibe. Hevreyê me Suphî bi taybet ji hevreyên jin ku tevî hemû zehmetiyan bi vînekî mezin li dijî dijmin şer dikin û pêşengtiya jiyanê dikin bandor dibe û dibe sedem ku hevrê Suphî hin bi çalaktir û ji dil tevlî têkoşîna me bibe. Dema rewşa jinê ya beriya tevlîbûnê di nava pergalê de û asta tevlîbûna pêşengtiya hevreyên jin ên li refên gerîla tîne berhev careke din fêm dike ku îdelojiya Rêbertiya me çiqas bihêz e. Lewma xwe hin zêdetir bi felsefeya Rêbertiyê re kûr kir û taybetmendiyên xwe yên serwer ên ku di nava pergalê de afirandiye li ser xwe diavêje. Hevreyê me Suphî piştî ku demekî li Garzanê dimîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û dema êrîş û qetliamên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me yê Şengalê dest pê dike, derbasî qada Şengalê dibe. Di şerê li Şengalê de ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê dayîn, bi ked û fedakariyekî mezin têkoşiya. Hevreyê me Suphî ku bi wêrekî û morala xwe ya bilind hêz dide hemû hevreyên xwe, bi sekna xwe ya li jiyanê bûye fermandarekî pêşeng. Di gelek pêngav û çalakiyên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih digre û her roja ku diçe tecrûbeyên xwe yên şer hin zêdetir dike. Hevreyê me Suphî piştî ku Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij dibe û Şengal azad dibe, bi serbilindiya erka xwe serketî careke din berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku hesreta wî bû.  Ji bo tecrubeya xwe ya li Şengalê di çarçoveyeke zanistî de bi cih bike û bide hevalên xwe, li akademiyên leşkerî perwerde bûye û di warê taktîka gerîla ya serdema nû de xwe kûrtir kiriye. Bi helwesta xwe ya milîtanî ya di perwerdehiyê de hurmeta hemû hevalên xwe stendiye û bi tarzê jiyana xwe ya kedkar, fedakar û mutewazî bûye milîtanekî mînak ê Apoyî.

Heval Suphî piştre derbasî qada Metînayê bûye û li vir tevlî xebatên şoreşê bûye. Heval Suphî di nav gelek xebatên cihê de cih kiriye û bi taybetî di warê amadekirina tunelên şer de kedeke mezin daye. Wî ji dil bawerî pê aniye ku wê tunelên şer çawaniyeke xurt li têkoşîna me ya gerîla zêde bike. Dema ku artêşa Tirk a dagirker hewl daye Başûrê Kurdistanê dagir bike, heval Suphî li hemberî van êrîşan xwestiye bibe bersiv û li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tevlî nav berxwedanê bûye. Him di nav tîmên gerîla yên bi tevger de him jî di tunelên şer de li dijî dijmin şer kiriye û rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cihaniye.

Heval Suphî di 23’ê Tîrmehê de di çalakiya li dijî artêşa Tirk a dagirker de ku artêşa Tirk a dagirker dixwest li Qada Çarçelê ya Girê Hekarî bi cih bibe, şehîd bû. Heta kêlîka ku şehîd bûye, bi helwesta xwe ya di jiyanê de ji hevalên xwe re pêşengtî kiriye û bûye yek ji mînakê bêhempa yê milîtaniya Apoyî. Şehadeta heval Suphî wê ji ji bo me bibe hinceta têkoşîn û tolhildanê.”

ÇEKDAR CANFEDA MED

Hevrêyê me Çekdar li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di malbat û hawirdorek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Jiyana hevrêyê me Çekdar ku ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe fersenda naskirina PKK’ê bi dest xist, ji zarokatiya xwe ve kesayeta wî bi pîvana welatparêziyê ve ava bûye. Hevrêyê me Çekdar ji ber ji ber rewşa nebaş a aborî ya malbata xwe, hem kar kiriye hem jî xwendiye û di warê aborî û manewî de alîkarî daye malbata xwe. Di temenê biçûk de erkên xwe yên jiyanê bi cih anîbû û bêyî ku ji tu zehmetiyan dûr bikeve, têkoşiya. Hevrêyê me Çekdar ku şahidiya êrîşên dijîmirovahî yên dewleta Tirk a qirker a dagirker a li ser gelê Kurd kir, weke ciwanekî Kurd ê welatparêz li hemberî van êrîşan kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrê Çekdar ku di van deman de di nava xebatên ciwanan de cih girt, li dijî texrîbata ku dijmin dixwest di civakê de di şexsê jin û ciwanan de biafirîne jî têkoşînek aktîf pêş xist. Hevrê Çekdar ku di van deman de pratîkeke serkeftî pêş xist, di heman demê de pêşengiya gelek hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Çekdar dît ku dewleta Tirk a faşîst roj bi roj êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê Kurd dimeşîne û her roj şahidê vê yekê bû. Hevrêyê me Çekdar ferq kir ku, ji bo bersivdayînê têkoşîneke mezin pêwîst e. Hevrêyê me Çekdar dît ku têkoşîna herî mezin û derbeya herî mezin li hemberî vê zîhniyeta ku ji bo her kurdekî bênavber mirin rewa dibîne derketina çiyayên azad a Kurdistanê ye. Her wiha ji bo çekê apê xwe yê di nava refên gerîla de şehîd bûye li erde nehêle û tola xwe hilîne, biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Çekdar ê di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi çanda welatparêziyê ya ku ji malbatê wergirtiye, bi asta hişmendiya ku di xebatan de bi dest xistiye û bi kesayeta xwe ya têkoşer bê zehmetî xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kiriye. Hevrêyê me Çekdar ji roja destpêkê ve bi kesayeta xwe ya kedkar ve bûye hevrêyekî ku ji aliyê hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Çekdar ê ku perwerdeya şervanên nû bi awayek baş nirxand, kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derxist zanabûnê, bi vê hişmendiyê ket pratîkê. Wekî ku di jiyana xwe ya beriya tevlîbûna gerîla de, di nava gerîla de jî berpirsyarî girtibû ser milê xwe parast û pêş xist. Hevrê Çekdar ku bi vê helwesta xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve bi rêzdarî tê girtin, bi vê feraseta berpirsyariyê nêzî her erka xwe bûye û her tim ji bo rêgeza serkeftina mutleq xebitiye. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi hêza ji perwerdehiya bîrdozî wergirtiye zanebûna xwe pêş xist, hewl daye Felsefeya Rêbertiyê fêm bike û têxe nav jiyanê. Hevrêyê me Çekdar ku ji aliyê bîrdozî ve tenê bi xwe pêş xistinê re sînordar namîne, di aliyê leşkerî de jî xwe bi pêş xistiye û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel hunerên girîng bi dest xistiye. Hevrêyê me Çekdar ê ku di demeke kin de di warê teknîk û taktîkê de pêş ket, bêy dudilî tiştên ku hîn bûye bi hevrêyên xwe re parve kiriye û bi vê yekê pir kêfxweş bûye. Hevrêyê me Çekdar bûye xwedî tevlîbûneke ku ji hînbûn û hînkirinê pir bi kelecan be.

Hevrêyê me Çekdar di qada Metîna de yek ji hevrêyên me yên pêşeng bû ku bi şêwaz û taktîka gerîlatiyê ya serdema nû, teknîka dijmin têk bir. Di operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de, di gelek çalakiyên ku derb li dijmin hatin xistin de rola pêşeng lîst. Hevrêyê me Çekdar ku bi enerjiya xwe ya jiyanê her tim balê hevrêyên xwe dikişand, di çalakiyên ku tevlî bû de jî karîbû vê enerjiyê bixe pratîkê. Hevrêyê me Çekdar di nava jiyan û şer de bê guman helwesteke fedaî nîşan da. Em wek hevrê, soza xwe dubare dikin ku em ê vê mîrateya hevrê Çekdar hê mezintir bikin û bi ser bixînin.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Şevîn, Arîn, Suphî û Çekdar re dixwazin ku bi têkoşîna xwe zemîna şerekî mezin li dijî dewleta Tirk a dagirker li qada Metîna ava kirin û bi şehadeta xwe re ferman dan hevrêyên xwe ku hîn zêdetir têbikoşin.”