Sal zivirî salê Iraq bê hikûmet e!

Sala borî 10’ê Cotmehê weke îro li Iraqê û herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû, hilbijartinek pêşwext di nava rewşek ne aram de li Iraqê pêk hat.

Di nava vê rewşê de ne pir hêsan bû ku hilbijartinek bi edalet û li gorî mercên demokratîk, bê dizî û gendelî bê kirin. Tevî hemû van rewşên giran jî hilbijartina pêşwext hate kirin. Erê, hilbijartin hate kirin, lê çawa û encam çi derket girîng e. Li gorî çavdêrî û rewşa gel a çûna ser sindoqan diyar bû ku erê gel hilbijartina pêşwext xwest, lê li vir ji ber dizî û gendeliyên aliyên siyasî wê encama ku guherînê bîne nebe, pir neçûn ser sindoqan. Li gorî agahiyên ne fermî ji sedî 25-35 mirov beşdarî hilbijartinê bûne.

Dema mirov li gorî yasayê binêre, ev têrê nake ku hikûmet bê avakirin û hilbijartin ne rewa ye. Lê hêzên desthilat ên bi dizî û gendeliyê hejmara dengê xwe zêdekirin, xwestin di nava van şert û mercan de hikumetekê ava bike, li ser berjewendiyên xwe civakê bi rê ve bibe.

Piştî hilbijartinê bi demek kin heta îro bi dehan car aliyên xwe serketî ji hilbijartinê dîtin, dikin nakin nikarin li hev bikin. Li aliyekî Çarçoveya Hemahengî ya serkêşiya wê Nûrî El Malikî û Tevgera Sadir ku serkêşiya wê Mûqteda El Sadir dike, şerek dijwar ê siyasî li ser avakirina hikûmetê kirin û hê jî dike.

Sadir ê ku li Parlementoya Iraqê xwedî rêjeya herî zêde ya kursiyan e, PDK jî da gel xwe ji bo bikare hikûmetê ji destê Sûniyan bigire, gelek hewldan kirin. Encam axirê çi kir nekir, ji ber ne li ser bingeheke exlaqî û pîvanên berjewendiyên civakê bû, nekarîn hikûmetê ava bikin. Van aliyan ne li ser Serokwezîr û ne jî li ser Serokkomar karî li hev bikin.

Ji xwe krîza kûr jî li ser van erkan e. Li gorî yasaya 2005’an ku piştî rûxandina rejîma Baas a Seddam Huseyîn rêveberiya Iraqê li ser aliyan hatibû dabeşkirin. Serokê Parlementoyê ji bo Sûnî, Serokwezîr ji bo Şîa û Serokkomar jî para Kurdan e. Li nav Kurdan jî para YNK’ê ye.

Em dibînin salek e li ser erkan nakokî heye, alî li hev nekirine. Taybet li vir yek ji sedemê krîzan erka Serokkomariyê ye ku Kurd divê bi namzetekî biçin hilbijartinê, lê em dibînin PDK, dibêje erd û ezman bigihêje hev ez ê jî bi namzetê xwe bikevim hilbijartinê û erka Serokkomariyê para wî ye. Halê hazir çima vê dibêje, wisa xwe ji hilbijartinê serketî dibîne û diyar dike ku divê para wan be. Ji bo wê di hemû lihevkirinan de em dibînin PDK ji bo vê erkê bi dest bixe, li gel aliyan dicive û li hev dike.

Gava yekem li gel Tevgera Sadir bû û bi namzetê xwe xwest piştgirî bide Sadir ku hikûmetê ava bike. Piştî Sadir nekarî ava bike, xwe ji parlementoyê vekişiya, niha li gel Çarçoveya Hemahengî di bin lihevkirina ‘Îdareya Dewletê’ de dixwaze hikûmetê ava bike.

Her çendî hemû alî daxwaz ji Kurdan dike, bi yek namzetê bikevin hilbijartinê lê PDK bi israr dixwaze vê yekê ji YNK’ê bigire. Heta vê kêliyê Kurdan li ser vê erkê li hev nekirine.

Dema mirov li tabloya jor dinêre dibîne ku ji ber vê lihevkirinên ku nava aliyên siyasî rê li ber krîzeke kûr a navxwe vekiriye, ji bo wê hem di mijara siyasî û hem jî leşkerî destê hêzên taybet cîran û derve li ser serweriya xaka Iraqê kêm nebûye, her diçe kûrtir dibe.

A niha herî tê mereqkirin,  gelo Iraq wê bikaribe xwe ji vê krîz û nakokiyên navxwe rizgar bike, bikaribe pêşiya destwerdanên derve yên di qada siyasî û leşkerî ya li Iraqê dawî bike yan na? Her wiha wê bikaribe hikûmetek ku hemû pêkhateyên Iraqê li nava xwe bigire, çareseriyeke ji bo krîz û aloziyên Iraqê peyda bike? Wê Iraq bibe ya Iraqiyan an jî li ser hêzên cîran û derve parçe bibe?

A dixuyê pir baş nîne, em ê binêrin wê Iraq bikare destwerdanên heyî dawî bike yan na.