Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Qoser û Bazîdê çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyên ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Bi wesîleya salvegera komploya ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket, li gelek bajarên Kurdan çalakî hatin lidarxistin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên sivîl pêşengiya çalakiyan kirin.

Du çalakiyên bi dirûşmeya “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qoser û Bazîdê hatin lidarxistin.

QOSER

Meşa ku ji aliyê DBP’ê, TJA’yê, HDP’ê, MED-TUHADFED’ê û MEBYADER'ê ve li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat organîzekirin, li Parka Ozmen destpê kir.

Beriya meşê gelek cihên bajêr bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin.

Polîsan jî xwest girse li parkê belav bike, lê tevî astengiyan girse bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û çepikan meşiya.

Piştî ku gel dest bi meşê kir, polîsan li kolanan barîkat danîn. Di navbera polîs û koma ku di nav de Berdevka Partiya HDP'ê Ebru Gunay û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî hebû de nîqaş derket.

Di vê navberê de komeke din ji kolaneke din dest bi meşe kir. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk komplo şermezar kir.

Ozturk diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê xwedî li têkoşîna aştî û demokrasiye bê derketin. Berdevka Partiya HDP'ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku li hemberî polîtîkayên tecrîdê ew ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve gav navêjin.

Gunay got, “Birêz Ocalan temînata aştiya Rojhilata Navîn e. Ew temînata demokrasiya Tirkiyê ye.”

Parlamentera HDP’ê Pero Dundar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd bi helwest û têkoşîna xwe komplo pûç kiriye û got, “Îro ev komplo bi berxwedana Jina Emînî hat pûçkirin.”

BAZÎD

Bi heman armancê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî meşek hat lidarxistin. Çalakvan bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), TJA, DBP, HDP’ê û Meclîsa Dayikên Aştiyê li Kolana Îsmaîl Beşîkçî hatin cem hev.

Gel ji vir bi pankarta “Li dijî komplo, tecrîd, pergala êşkenceya li zindanan û terikandina girtiyên nexweş ji mirinê re, ber bi azadiyê ve dimeşin” ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ve meşiyan.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Beriya meşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.

Ozturk piştre komploya navneteweyî bi bîr xist û got, “24 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Tecrîd 24 sal in dewam dike. Yên komplo plan kirin, hewl dan ku rê li ber belavbûna ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Lê berxwedana Grava Îmraliyê vê hişmendiyê şikand. Rêya aştî, demokrasî û azadiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Em tecrîdê şermezar dikin. Em soz didin ku heta Birêz Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Piştî meşê girse ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya.