Li Geverê polîsan êrîşê protestoya komployê kir: Herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin

Ji bo protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kir, herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin.

Li Gever a Colemêrgê ji bo protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek hat lidarxistin. Polîsan di meşê de êrîşê gel, rojnamevan û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Di encama êrîşa polîsan de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyyayê (MA) Mazlum Engîndenîz, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver û Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî di nav de herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin.

Di êrîşa polîsan de parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Saît Dede jî li erdê hatin kaşkirin û derbkirin. Ji bo Eksîk bang li ambulansê hat kirin û rakirin nexweşxaneyê. Kesên hatine destgîrkirin niha di otobûsa destgîrkirinê de tên ragirtin.