Sazî û rêxistinan li dijî komployê peyam dan

Gelek sazî û rêxistinan, li dijî Komploya 9’ê Cotmehê peyama geşkirina berxwedanê dan.

Sazî û rêxistinên demokratîk ên Kurdistanî di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dan.

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wiha ye:

“Beriya 3 salan dewleta Tirk a dagirker tevî bi deh hezaran çete û terorîstên Cebhet El Nusra û DAÎŞ’ê êrîşeke terorî li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin, armanc jê dagirkeriya sîstematîk bû. Tê de hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî li pêş çavên civaka navneteweyî hatin bikaranîn.

Dagirkeriya Tirkiyê ku roja 9’ê Cotmeha 2019’an pêk hatî, ji bo tunekirina mîrasê berxwedana gelan bû ya ku Rêber Abdullah Ocalan ava kiriye. Ev êrîş di heman rojê de bûn ku komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek dewletan pêk hatiye.

Ev her du siyasetên sîstematîk û berdewam in, armanc jê derbekirina destkeftiyên gelê Kurd û lawazkirina îradeya gelên têkoşer e. Lê belê hêzên komploger nikarîn dawî li Kurdan bînin û nikarîn têkiliyên civakî yên li ser rêgez û pîvanên exlaqî ji hev bixin. Ji lew re ev dewlet hîna jî piştevaniyê didin teror û dagirkeriyê û li dijî îradeya civaka êzidî ya Şengahê rê ji peymaneke nû di navbera Bexda û PDK’ê de vekirin. Ev siyasetên sîstematîk li dijî çand û nixên exlaqî yên gel û pêkhateyên herêmê ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 salên borî de hovantirîn rengên siyaseta şovenîst a osmanî pêk anîn, ku hewl didin li herêmên dagirkirî bi rê û rêbazên cuda osmaniyê pêk bînin. Ji siyaseta kîn û nefretê bigire û heta siyasetên tirkkirinê, avakirina mêtîngehan, guhertina demografiyê û gefên rojane yên li dijî şêniyên resen ên Serêkaniyê û Girê Spî ku wan neçarî teslîmbûnê, ajantî, koçberiya bi dare zorê dikin da ku terorîstan li herêmê bi cih bikin.

Dagirkeriya Tirk a faşîst hewl da binesaziya çandî û civakî ya li Serêkaniyê xirab bike, da ku mîrasê demokrasî û edaleta civakî ya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de têk bibe. Torên MÎT’ê bi rêbazekî dijminane, cihên pîroz rûxandin, kolandin û xirab kirin. Her wiha ava stasyona Elok ji ser bi milyonan mirovan qut dike. Ev yek zihniyeta diminane ya dagirkeriya Tirk li dijî gelan nîşan dide. Piraniya şêniyên resen ên Serêkaniyê û Girê Spî li kampan dijîn, dewleta Tirk a dagirker şênî perîşan kirin, zarok ji xwendinê bêpar kirin, rêxistinên hiqûqî yên girêdayî NY’ê jî tu girîngiyê nadin.

Em bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, saziyên hiqûqî yên navneteweyî yên têkildar dikin ku platformeke navneteweyî yan sîwanekê ava bikin da ku dewleta Tirk a dagirker li ser siyasetên wê û karên hovane yên xeternak, darizînin.

Di serî de Amerîka, Rûsya û NY’ê, em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember nirxên cewherî yên gelan û hêviyên wan ên aramî û ewlehiyê, berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin.

Em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê jî dikin ku em di qonaxeke pir girîng re derbas dibin. Tu kes nikare roja me tarî bike û îradeya me derb bike, ji ber ku me bi derfetên xwe yên xweser û bi pêşengiya jinan şoreşa xwe li ser pîvanên şerê gel ê şoreşgerî ava kir, ku misogeriya rasteqîn a serkeftinê ye.”

TJA: DESTPÊKA DESTWERDANA LI GELAN

Di daxuyaniya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Pêvajoya bi derxistina Birêz Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir, bi bandor û encamên xwe li Tirkiyeyê û Rojhilatê Navîn geşedanên giring ên civakî û siyasî derxistine holê. Komploya 9’ê Cotmehê, her çiqas sala 1998’an ketibe meriyetê jî , di paşxaneya wê de lihevkirineke herêmî û navneteweyî ku pirsa Kurd çareser nebe û Kurd ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bimînin heye. Hêzên sedsal berê, sînorên dewletên serwer li Rojhilatê Navîn diyar kirin, li dijî Birêz Ocalan ê avakerê fikira sedsalek bi şûn de ji bo gelan bikare bibe hêvî jî dest bi destwerdanê kirine.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komplo, destpêka destwerdana di gelên Rojhilata Navîn re ye û ev tiş hatin diyarkirin:

“Şikandina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan, şkandina zincîra faşîzmê ye ku dor li gelên Tirkiyeyê girtiye.

Ji bo gel, jin û ciwan vê bi sedsalê bi ser bikevin, azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan şert e.’’

KONGRA STAR: EM BANG LI HEMÛ JIN Û GELÊ XWE DIKIN KU DAKEVIN QADAN

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên li dijî komployê canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn û hate gotin: “24 sal di ser Komploya 9’ê Cotmehê re derbas dibe. Ev komplo ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de tevahî civak û vîna azad a jinan û gelê azadîxwaz kir hedef û hevkarên komployê  Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Yewnanistan û hin hêzên herêmî ji bo têkbirina tevgera azadiyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest, pêk anî. Ji bo têkbrina vîna jina azad ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe li beramberî sîstema koledarî, zayendperestî û deshilatdariyê roj bi roj mezin û berfireh dike.

Her wiha êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk ku li Serêkaniyê, Girê spî û tevahî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmeha 2019’an de hate kirin, berdewama Komploya 9'ê Cotmehê ya 1998’an e.”

Îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û herêmên Kurdistanê jî hate kirin û hate gotin: “Tecrîda girankirî ku li ser Rêber Apo tê kirin û hemû pîvanên navneteweyî û hemû maf û hiqûqên bingehîn ên rêxistinên mafên mirovan binpê dike, li beramberî wê bêdengiya heyî ji civaka navneteweyî rastiya vê siyaseta qirêjî û qirker derdixe holê.

Berxwedana gelê me û têkoşîna jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest û wê dewam bike.”

Her wiha hate gotin: “Em Komploya Navneteweyî û hemû komplogeran û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Bi ruhê Jiyanan, Zîlanan, Hevrînan, Zehrayan, Zeyneban û yadê Eqîda, Jîna Emînî û Nagîhanan, em ê tekoşîn û pêla şoreşa jinan bilind bikin.

Em bang li hemû gelê xwe û azadîxwazan, tevahî rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku dakevin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin û Komploya 9’ê Cotmehê têk bibin û em ê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê bi ronahiya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi şoreşa jinan, dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk û xiyanetkaran têk bibin.”