Milîsên HBDH'ê çalakiya bombeyî lidar xistin

Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH'ê diyar kirin ku li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi bombeyê li hemberî marketa A101 çalakî kirine.

Milîsên HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmeha 1998'an çalakiyên wan dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ti ji komployên dijmin, dîlgirtina kadroyên pêşeng ên şoreşa yekbûyî nekarî pêşî li xurtbûna şoreşê bigire, nekarî asteng bike.

Nîşaneya herî şênber a vê yekê çalakiyên milîsên HBDH'ê ne ku her roj li metropolên Tirkiye û Kurdistanê têne lidarxistin. Li hemberî êrîşên dewleta faşîst, milîsên me bi fedakariyeke mezin şoreşa yekbûyî bi pêş ve dibin.

Milîsên me bi vê têgihiştinê li hemberî komploya 9'ê Cotmehê çalakiyên protestoyî lidar dixin.

Weke Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH'ê li taxa Gumuşpala ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê li hemberî marketa A101 çalakiyeke bombeyî lidar xistin. Di encamê de xisareke mezin a madî li marketê bû."