Li Silêmaniyê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê bi çalakiyan hat protestokirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.

Li Silêmaniyê salvegera 24'emîn a destpêka Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat protestokirin. Êvarê li Parka Azadî, çalakiyek ji aliyê Komîteya Azadî ji bo Ocalan ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankarta “Faşîzm û dagirkeriyê têk dibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk tînin” hat vekirin.

Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan Çiro Şiwanî daxuyanî xwend. Şiwanî, komplo şermezar kir û got: “Îro Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd û gelên herêmê bûye kilîla aştî û çareseriyê. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din bûye kilîla pêkhatina aştî û çareseriya demokrasî û jiyana gel a hevpar. Gelê me bi pêşengtiya jinên azadîxwaz bûye meşaleya şoreşa gelan.”

Çalakî, bi berzkirina dirûşiman bi dawî bû.